Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X) – ABNA –Taxima DEM Partî ku ji Pervîn Bûldan û Mithat Sencar pêk dihat, di vê hevdîtinê de ku bi beşdariya Efkan Ala, Alîkarê Serokê AKP`ê û Îbrahîm Kalın, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT), hat lidarxistin, li ser pêwîstiya pêşketina pêvajoya aştiyê tekez kir. Pervîn Bûldan ragihand ku taxima DEM Partiyê ji bo cara pêncemîn e ku bi Erdogan re hevdîtinê pêk tîne û got: Pêvajoya Aştiyê ketiye qonaxeke nû, Komîsyona Parlimana Tirkiyê gihîştiye qonaxa amadekirina rapora xwe ya dawî û raya giştî ya Tirkiyê li benda agahdarkirina li ser pêşketina vê pêvajoyê ye.
Taximek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan(DEM Partî) bi Receb Teyîb Erdogan, Serokomarê Tirkiyê re derbarê proseya Pêvajoya Aştî yan Çareseriyê de li wî welatî gotûbêj kir.
Your Comment