16 February 2026 - 00:10
Têhran: Em amade ne derbara oranîyoma sedî 60 zengînkirî da bi Waşîngtonê ra muzakirê bikin

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku Îran jibo lihevkirina ser babeta navokî ji bo lihevkirinê amade ye, lê divê Amerîka rastgobûna xwe biselimîne.

Mecîd Text- Rewançî di hevpeyvînekê da amajeyî vîna Komara Islamî ya Îranê jibo lihevkirineke dadmendane kir û pêgirî kir ku nika jibo selimandina meyla rastî derheq lihevkirinê, top li meydana Amerîkayê ye. Wî got ku heke amerîkî rastbêj bin, ez dilnîya me ku em ê bikevin rêya lihevkirinê.

Cîgirê Wezîrê karên Derve yê Îranê herwiha bal kişand ser vê yekê ku dewra duyem a muzakireyan dê roja sêşemê li Jênêvê were lidarxsitin, dîyar kir: Heke amerîkî amade bin debara rakirina boykotan da gotûbêjê bikin, em jî amade ne ku derbra rohnkirin ango kêmkirina tîratîya oranîyoma sedî 60 zengînkirî û babetên din ên têkildarî bernama navokî ya Têhranê da gotûbêjê bikin.

Hemîd Qenberî Serokê Beşa Dîplomasîyê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê jî got: Berjewendîyên hevpar ên di warên nift u gazê, sermayeguzarîya li kanên curbicur u heta kirrîna balafiran di naveroka dewra bê ya muzakireyên Îran u Amerîkayê da hatine bicihkirin. Wî got ku rêvekirina ber diravên bilokekirî yên Îranê jî dê babeteke lihevkirina bi Amerîkayê ra be û ew rêvekirin divê ku piratîkî be, ne sembolîk u demkî.

Hevgavê vê yekê endamekî Komsyona Ewlehîya Netewî ya Meclisa Îranê got: Em dilnigeranê berbadbûna demê li Jênêvê ne.

Ibrahîm Rizayî got ku muzakireyên bi Amerîkayê ra yên li Jênêvê ti têkilîyek bi meseleyên mûşekî û navçeyî ra tinene, Em ser vê bawerê ne ku Rejîma Sîyonîst meseleya sereke ya navçeyê ye û divê derbara gefên wê, derveyî van muzakireyana û di çarçoveke din da bi welatên navçeyê ra ji bo dabînkirina pêşxistin, aramî u berjewendîyên hevpar gotûbêj were kirin.

Wî got ku tîma muzakireker ji bo girtina pêşîya berbadbûna demê pêşnîyarên xwe hazir kirîye, lê li gorî karname û rabhorîya serederîya Amerîkayê, em derbara encamê da zêde ne geşbîn in.

Your Comment

You are replying to: .
captcha