17 February 2026 - 21:18
Li gorî nûçeyên dawî, duyemîn dora danûstandinên nerasterast ên navbera Îran û Amerîkayê li Cenevreyê dest pê kiriye. Li jêr kurteya paşîn a van danûs

Gera duyem a gotûbêjên navokî yên Îran û Amerîkayê îro sêşemiyê li Balyozxaneya Umanê li Cinêvê ya Swîsrê tê lidarxistin û di vê navberê de bêbaweriya ji ber reftarên dijber ên Waşîngtonê hîn jî yek ji kêşeyên sereke yên vê pêvajoyê ye.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê(S.X) – ABNA - Cinêv li helkefta gera duyem a gotûbêjên navokî yên Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) careke din bûye navenda çalakiyên dîplomatîk. Heyeta Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Seyîd Ebbas Eraqçî, bi armanca rakirina dorpêçên zordar û garantîkirina berjewendiyên gelê Îranê, derbasî qonaxeke nû ya şêwirê bû. Qonaxeke ku li gor nêrîna Tehranê, divê bibe sedema rêkeftineke hevseng, bi îstîqrar û pêbawer.

Civîna pêşîn a Eraqçî bi Grossî û Albusaidi re

Wezîrê karên derve yê Îranê berî destpêkirina fermî ya muzakireyên roja duşemiyê li hevdîtina bi Rafail Grosî, Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, bal kişand ser xalên teknîkî yên Komara Îslamî ya Îranê li bara pêvajoya gotûbêjê û çarçova hevkariyê. Ev civîn di demekê de hat lidarxistin ku Tehran hertim rola pîşeyî û nesiyasî ya Ajansê di dosyaya navokî de tekez kiriye û her nêzîkbûna dualî berevajî prensîbên teknîkî dizane

………….

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha