Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (S.X) – ABNA – Rahênana "Kontrola Hişmend a Tengava Hurmuzê"(kendala) bi armanca dabînkirina ewlehiyê û tevgera ewle ya keştiyan, bi beşdariya yekîneyên şerî û lezgîn ên deryayî yên Sepahê pasdaran hate lidarxistin.
Di vê rahênanê de cureyên pergal û çekên parastinê û êrîşê hatin bikaranîn ku, li gorî îtirafa şarezayên leşkerî yên li qada rahênanê, armancên diyarkirî bi herî bilind rastbûnî hatin rûxandin.
Di vê rahênanê de yekîneyên keştiyên pir lez ên moşekavêj ên Hêza Deryayî ya Sepahê dest bi şerê moşekî kirin. Moşekan ji kûrahiya welêt, ji peravan û giravên Îranî yên Kendava Farsê, armancên xwe li Tengava Hurmuzê bi cih anîn.





…………
Dawiya Peyam./
Your Comment