Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlulbeytê(s.x)–ABNA–Dan Bayêr, parlimanterê democrat ê eyaleta Vîrcîniyayê di meclisa Amerîkayê bi rexneya ji siyaseta Trump li cîhanê got: Trump di halekî gefa şêrr li Îranê dixwe ku berî nika îdia kiribû ku wê bernama navokî ya Îranê ji nav bibe, divê bizanibe ku amerîkî şerrê bi Îranê re naxwezin.
Jîm Mekgawêrn, parlimanterê democrat ê eyaleta Masaçosêtê li Meclisa Nûneran a Amerîkayê jî ji bilî şermezarkirina siyasetên şerxwezane yên Trump got: Amerîkî naxwezin bi Îranê re şerr bikin. Em dixwezin fiyat kêm bibin, lêhişyarbûnêntendirustiyê baştir bibin, kar zêdetir û mal jî erzantir bibin. Em serokên wisan dixwezin ku wek me bin ne ji qata mîlyardêrên wek Epstîn.
Tûmas Harold Mêsî, parlimanterê komarxwez ê eyaleta Kêntakiyê li Meclisa Nûneran a Amerîkayê jî ji bilî şermezarkirina siyasetên macerahezane yên Trump got: Helbet divê Trump bizanibe her biryarek wî wê di Kongirê da were dengwergirtin û em dijî berfirehbûna şêrr di Rojhilata Navîn da ne.
Robên Gaygo, sênatorê Demokrat ê Eyaleta Arîzonayê li Sêna ya Amerîkayê jî got: Trump bi siyasetên xwe yên şerxwezane misoger kiriye ku derewan li amerîkiyan dike.
Sênator Girêg Kasar, senator PiramîlaCayapal, parlimanterê democrat ê eyaleta Waşîngtonê, senator Êd Markêy, nûnerê democrat ê eyaleta Masaçosêtê, Cêyson Kiro, parlimanterê democrat ê eyaleta Kilorîdayê li Meclisa Nûneran ê Ameîrkayê, Endî Kîm, sênatorê democrat ê eyaleta Niyûcêrsiyê li Sêna ya Amerîkayê, Marcorî Têylor Girîn, parlimantera komarxwez a berê ya eyaleta Corcîyayê û çend parlimanter û sênatorên din ên Amerîkayê jî ji bilî şermezarkirina siyasetên şerxwezane yên Amerîkayê dijî Îranê li ser dûhatên vê maceraheziyê ew hişyar kirin.
Hejmarek ji qanûndanerên amerîkî dijî siyasetên şerxwezane yên Trump dijî Îranê derketin û ji ber dûhatên navxweyî yên maceraheziyên wî dîlnîgeraniya xwe ya kûr ragihandin û di vî warî de pêhişyarî dane wî.
Your Comment