-Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Ehlulbeytê(s.x)-ABNA
ـHemû salek di 19’ê Sibatê de Êzidî Cejna Xidir İlyas û Xiristiyan jî Roja Mezin pîroz dikin. Ji ber salnameya hicrî jî ku her sal meha Remezanê 11 rojan pêşde tê, îsal meha Remezanê ket nîva dawiya meha Sibatê û nîva despêka meha Adarê.
Bi vî rengî bawermendên her sê olan jî îro rojî digrin.
Cejna Xidir Ilyas
Civaka Êzidî Cejna Xidir Ilyas her sal di 19’ê Sibatê de bi rojî girtin û duayan pîroz dikin. Ev cejin sê rojan dewam dike. Wek nîşana hêvî, nûbûn û hevkariya bi xwedê re tê zanîn. Li malan de mûm tên vêxistin û malbat lihev kom dibin.
Roja Mezin
Di heman rojê de ango 19’ê Sibatê Xiristiyan jî vê rojê pîroz dikin ku bi paqijkirina meznahiya laş tê naskirin. 4 rojan dewam dike, di van çar rojan de bawermend xwe ji hin xwarinan dûr digrin, dema xwe zêdetir ji bo îbadet û tobekirinê vediqetînin.
Meha Remezanê
Îsal meha Remezanê di 18’ê Sibatê de destpê kir. Îro duyem roja Remezanê ye û piştî mehek bi Cejna Remezanê dawî lê tê. Di vê mehê de Misilman ji dema nimêja berbanga sibehê ta banga nimêja êvarî qet tiştekî naxwin û navexwin. Di ola Îslamê de ev meh wek meha aramî, alîkarîkirina hev tê zanîn.
Your Comment