Ligorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA—Hesen Îzedîn tekez kir: Em pêşberî agirbesekê ne ku pêk nehatiye û axiftina li ser rêkeftineke din xapandin e. Îzedîn her wiha got: Destdirêjiyên Rejîma Siyonîst li ser sînoran nîşan didin ku dijmin li dû misogerkirina dagirkeriya xwe li wan navçana digere û divê hikûmeta Libnanê bertekê nîşanî van destdirêiyan bide. Biryara şaş a hikûmetê derbarê pawankirina çekan li gorî rêkeftina Taifê ya çekên milîtanan e ne çkên Bereya Berxwedanê. Wî got: Çekên di destê Bereya Berxwedanê da jibo berevaniya ji welêt tên bikaranîn û dê bimînin û em tekeziyê ser mafê xwe yê berevaniya ji welêt dikin. Armaca dijmin bêçekkirina Libnanê û dagirkirina wê ye.
…………..
Dawiya Peyam./
Your Comment