Ligorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA—Li gorî rapora Çiqa Herêma Kurdistana Iraqê ya rêxistina amerîkî ya CPTyê, tevî ragihandina demajoya aştîyê di navbera Tirkîyê û PKK da, artêşa Tirkîye avakirina binkeyên leşkerî yên nû, xurtkirina binkeyên berê, çêkirina cadeyên leşkerî, teqandina girik u çîyayan u birrîna darên daristanên navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê didomîne. Ev yeka bûye sedema dilnigeranbvûna niştecîyên Herêma Kurdistana Iraqê.
Di dewama vê rapora CPTyê da hatîye: Artêşa Tirkîyê proja cadeya leşkerî jibo têkilîya binkeyên leşkerî û avakirina navçeya navbirr a emnî li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Berwarîya Bala kemilandîye û Reşava jî derîyê vê herêma navbirr e. Tirkîyê herwiah 3 binkeyên nû yên leşkerî li derdora şarê Amêdîyê ava kirîye ku bi nexweşxane, navenda perwerde û rahênanê u yekîneya topxaneyî hatine teyarkirin.
Your Comment