2 March 2026 - 11:37
Source: kmr.abna24.com
Larîcanî: Em bi Amerîka re danûstandinê nakin

Serokê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bal kişand ser wê yekê ku Têhran bi Amerîkayê re danûstandinan nake.

“Ligorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA—Dr.Elî Larîcanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Komara Îslamî ya Îranê, îro duşemiyê li berteka li ser posta Al Jazeera li ser tora civakî ya X, bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê bi Amerîkayê re gotûbêjê nake.

Berî niha rojnameya Wall Street Journal li ser zarê berpirsên Ereb û Amerîkî ragihandibû, ku Larîcanî dest bi destpêşxeriya nû bo destpêkirina danûstandinên navokî ligel Washingtonê kiriye.

Rojnameya Wall Street Journal nivîsand ku destpêşxeriya Larîcanî bi navbeynkariya Sultaniya Omanê hatiye pêşkêşkirin. Vê rojnameyê ji zarê çavkaniyekê ve amaje bi vê yekê jî kiriye ku ev kiryar nîşan dide ku rola Larîcanî piştî kuştina rêberê Komara Îslamî ya Îranê zêdetir bûye.

Dr. Her wiha avakirina encumena serkirdayetiya demkî ji bo birêvebirina qonaxa niha ragihand.

................................

Etîket

    Iran

    Elî Larîcanî

    Amerîka

    Danûstandinên Îranê bi Amerîkayê re

    Oman

Your Comment

You are replying to: .
captcha