Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Beyt (s.x)– ABNA–Ji zarê rojnameya Wall Street Journalê, çavkaniyên agehdar derheq biryara Kuweytê ya kêmkirina berhemanîna hin kêlgehên petrolê piştî tijebûna tankên vî welatî agahî dan.
Di vê derbarê de vê rojnameyê nivîsiye ku Kuweyt ku yek ji endamên damezrîner ên OPECê ye, ji bo sînordarkirina şiyana berhemanîn û parzûnê ya xwe dinirxîne û armanca wê ya sereke tenê dabînkirina pêdiviyên navxweyî ye.
Agahiyên têkildarî sektora keştiyan diyar dikin ku gelek tankerên petrolê li derveyî Tengava Hurmuzê rawestiyane û nikarin li benderan noq bibin.
Ev riya avê ya girîng riya nêzîkî 20% ji neft û gaza xwezayî ya şilkirî (LNG) ya cîhanê ye.
Berî niha jî di 3ê Adarê de, pisporên Banka JP Morgan di notekê de hişyarî dabûn ku eger girtina tengava Hurmuzê berdewam be, di nava çend rojan de hinardekirina petrola xav a Iraq û Kuweytê dê were qutkirin.
Vê banka Amerîkî texmîn kiribû ku heta roja heştemîn a şer û pevçûnên leşkerî li herêma Rojhilata Navîn, rojane 3 milyon û 300 hezar bermîlên petrolê dê kêm bibe.
Li gorî hesabên vê saziya darayî, Iraq û Kuweyt tenê nêzîkî 3 û 14 roj in û piştî vê muhletê dê neçar bimînin bi temamî hinartina petrola xwe bi rêya Tengava Hurmuzê rawestînin.
Ji aliyeke din ve piştî ku rejîma terorîst ya Amerîka û Îsraîl êrîşî Îranê kirin, di bazara petrolê de nirxa petrolê bilind bû.
Ev pevçûnên leşkerî belav bûne û bûne sedema astengiyên di pêvajoya hilberînê de, girtina parzûngeh û navendên hilberîna LNG li herêmên stratejîk ên enerjiyê.
dawiya peyamê/
Your Comment