22 April 2026 - 13:17
Source: Roj News
‘Amerîkayê îsal nekarî ewrên Iraqê bidize, lewma baranek zêde barî’
20/04/2026 Demjimêr 10:33

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X) - ABNA-Parlementerê Iraqê Abdullah Xeykanî diyarkir ji ber Amerîka bi şer ve mijûle, nekariye ewran bidize, lewma li herêmê baranek zêde bariya ye.

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê yê Fraksiyona Bedir Abdullah Xeykanî di daxuyaniyek rojnamevaniyê de behsa sedema hişkesaliya salên borî. Li gorî Abdullah sedema hişkesaliya salên borî ne guherîna avhewayê yan jî germbûna gerdûnî bûye, sedema vê dizîna ewran ya ji aliyê Amerîkayê ve bû.

Parlamenter Abdullah destnîşankir ku îsal Amerîka bi şerê dijî Îranê re mijûle, lewma dema wê ya dizîna ewran nebûye û got; ‘‘Ji ber vê yekê îsal baranek zêde bariya û zivistan û bihareke şil li Iraqê derbas bû.’’

Ev daxuyaniya parlamenterê Iraqê din ava medya civakî û beşek ji medyayê de, bû cihê bertekên cihêreng. Beşek ji medyayê bi henekî nêzî mijarê bûn.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2018’an de Berpirsê Parastina Sivîl a Îranê, Xolam Riza Celalî, Îsraîlê bi dizîna ewran tawanbar kiribû. Lê belê, Saziya Keşnasiya Îranê ev îdîa red kir û diyar kir ku hişkesalî encama guherîna avhewayê ya gerdûnî ye.

Li gorî pisporan sedema sereke ya kêmaviyê bikaranîna zêde ya avên bin erd û çêkirina bendavên ne guncaw. Herwiha pispor dibêjin germbûna gerdûnî jî dibe sedema zêdebûna vaporasyonê û kêmkirina baranê.

................................
Dawiya peyamê /

Your Comment

You are replying to: .
captcha