AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

3 gelawêj 2021

13:42:38
1166177

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di merasima Tenfîza Serokomartiyê da: Bêrawestan dijî gendelî û gendelan tê bikoşin

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di merasima Tenfîza serokomartiyê da destnîşan kir: Bibin nîşana yekîtiya neteweyî, bi gel ra bi rastî biaxivin, bêrawestan dijî geldelî û gendelan tê bikoşin.

ABNA24 : Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî roja Sêşemiyê di merasima Tenfîza hukmê serokomartiya Seyid Ibrahîm Reyîsî, beşdariya gel di hilbijartina serokomartiyê da tam pirrwatre û sembola gelserweriya dînî da zanîn.

Wî merasima Tenfîzê li gorî qanûna bingehîn û rêûrisma binyaddarêştî bi destî Îmam Xumeynî (re) da zanîn û got: Ev rêûrism nîşana mijara gelekî girîng a "Cîbicîbûna beraqil, aram û metîn" di saziya cihêner û li rastiyê di rêveberiya welêt da ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi lidarxistina hilbijartinê di saxlemî û ewlehiya tam da, got: Ji demeke dirêj a pêştir va komploya boykotkirina hilbijartinê li navendên siyasetdarêştinê yên dijminan dihat şopandin û li hundir jî hinek ji ser xefletê û hinek renge bi qest ev xet dişopand, lê gel bersiva vebirr da û li gorî hal û rewşê, beşdariyeke baş di hilbijartinê da pêk anî.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî cîbicîbûna desthilatê li Saziya Cihanînê hêvîder da zanîn û got: Hebûna kesên teze bi îrade û vînên nû û dahêneriyên nû, jibo hemiyan bi taybet jibo xortan hêviyê tîne ku ev hêvîdarî gelekî xenîmet e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbasbûna gel bo mijarên cûrbicûr wek kilîda sereke ya çareserkirina pirsgirêkan da zanîn û got: Şopandina nirêxn înqilabê dê bibe sebeba zêdebûna vînên gel û derbasbûna wan a nav meydanê ku ev hebûna bêmînak û bêdewsgir, gelekî xenîmet û rêveker e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi dirûşmeyên hilbijartinê yên birêz Reyîsî derbarê "Gelanîbûn û ji gel bihîstin û linavgelbûnê", got: Gelanîbûn mijareke pirr girîng e û serokomarê rêzdar û hevkarên wî divê bixebitin ku ev dirûşme di rastiyê da serê xwe bigire û bi wateya rastîn û bêyî berçavgirtina sûd û serpişkiyên kom û çîn û qatekkê, li nav tevahiya gel be.

Hezretê ayetullah Xamineyî yeka din ji aliyên gelanîbûnê têkoşîna bêrawestan dijî gendelî û gendelan da zanîn û got: Birêz Reyîsî di berpirsiyariya pêşîn da têkoşîna dijî gendeliyê dest pê kir û karine baş kirin, lê serçavî û zemîneyên gendeliyê di saziya cihêner da ne ku divê bi awayekî cidî li dijî wê têbikoşin.

Wî got: Van rojan qala pirsgirêk û kêmasiyên welêt tê kirin ku gelek in jî, lê zirûf û derfetên welêt di beşên av, neft, kan, bazara berfireh a navxweyî, cînar û potensiyel û amadetiyên ecêb ên xortan, gelekî zêdetir ji pirsgirêkan in.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi hebûna lawazî û kêmkariyê di xebatên medyayî û teblîxatî li nav welêt da got: Divê em di van mijaran da bihêztir û hişmendanetir tevbigerin.

 342/