Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê jî di daxûyanîyekê da ji NY, nivîsgeha vê rêxistinê, Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor û sazî û dezgehên din ên hikûmî û nehikûmî xwest ku ji bo çareserkirina karesata mirovî ya ji ber erdhejê alîkarîya Sûrîyê û hikûmeta vî welatî bikin.
Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê herwiha destxweşî li wan welat û rêxistinan kir ku hevgirtin û amadebûna bo alîkarîyê di vê rewşa giran da ragihandin.
Erdhejeke bi giranîya 7.8 rîşterî berbanga duh başûra Tirkîyê û bakura Sûrîyê hejand. Di encama vê erdhejê da gellek kesan can dan û mexdûr bûn. Lêgerîna ji bo rizgarkirina kesên di bin kavilan da mane, didomin.
342/
