3 June 2025 - 00:40
Tekeziya Wezîrê Derve yê Îranê ser rola girîng a Îran û Misrê di aştî û ewlehiya navçê

Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir ku me ti astengî ji bo berfirehkirina têkiliyên bi Misrê re tune ye û got: Îran û Misir roleke wan girîng di pêkanîna aşitî û ewlehiyê li herêmê de hene û îradeya rayedarên her du welatan di vê çarçoveyê de ye.

Seyîd Ebas Eraqçî li civîna çapemeniyê ya hevpar de bi hevtayê xwe yê Misrî re li Qahireyê, got ku em dixwazin têkiliyên xwe bi Misrê re berfireh bikin û niha di navbera rayedarên her du welatan de pêbaweriyeke baş heye, û ji her demê bêtir îradeyeke cidî  ji bo berfirehkirina  têkiliyên di navbera her du welatan heye

Wezîrê Derve yê Îranê  bal kişand  ser wê yekê ku me ti astengî ji bo berfirehkirina têkiliyên bi Misrê re tune ye û got: Em hewl didin ku hin astengiyên ku di vî warî de hene ji holê rakin, û ev yek muhtemnel e di çend heftiyên pêşber de çêbibe.

Wî got: Rêya berfirehkirina  têkiliyên di navbera her du welatan de ji her demê vekirîtir e,û got: Me li hev kir ku hevkariya di navbera her du welatan di beşa geştiyariyê de berfireh bikin.

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got ku di civîna bi rayedarên misirî re, me derbarê mijarên Filistîn, Xeze, Lubnan û Sûriyê gotûbêj  kir û tekezî ser pêwîstiya rawestandina  li ber cinayetên rejîma Siyonîst û piştgiriya ji  Filistîn û mafên gelê Filistînê kir.

Bedr Ebdulatî, Wezîrê Derve yê Misirê, di vê civîna çapemeniyê de got: Em tekez dikin ku dosiya Îranê divê ji ryên siyasî were çareserkirin, ne bi çareseriyên leşkerî.

Wezîrê Derve yê Misirê di bersiva pirsekê ser îhtîmala têkiliyên dîplomatîk di navbera Îran û Misirê de, got: Alûgurek di navbera her du welatan de çêbûye. Ev mijar di xizmeta berjewendiyên her du welatan û herêmê de ye . Ev mijar pir girîngiya xwe heye . Wî got ku em pir kêfxweş in ku têkiliyên me bi Îranê û welatên Kendava Farsê re di halê berfirehbûnê ne.

Serepeyv

Your Comment

You are replying to: .
captcha