4 February 2026 - 22:56
Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê

Artêşa Rejîma Sîyonîst hevgavê sepandina sînordarkinên tund derheq hatin u çûyîna filistînîyan li derbasgeha Refehê, ji berbanga îro va bi balafir u topan êrişî navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê kirîye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Ehlul Bayt (S.X) - ABNA - Taxên Tuffah, Şucaîye û Zeytûn ên şarê Xezzeyê bûne armanca wan êrişên bi balafir u topan ên sîyonîstan u hema li Taxa Zeytûnê 7 kes ji wan zarok hatin şehîdkirin. Di encama êrişeke din ser kon u çadirên awareyan li herêma Qîzan Reşwanê ku ketîye başûra Xan Yûnisê da jî, 3 fiilstînî ji wan zarok hatin şehîdkirin.

Berî van êrişana, artêşa Rejîma Sîyonîst ev navçana û herêmên derdorê dabûn ber gulleyan ku di encamê da çend filistînî şehîd u birîndar bibûn. Li deverên rojhilata Xezzeyê jî çend mal li Kolana Yafayê ya Taxa Tuffahê û li herêma derdora Nexweşxana Dewreyê li rojhilata Xezzeyê bûn armanca êrişên bi topan ên artêşa Rejîma Sîyonîst.

Heta vê gavê 18 filistînî li herêmên curbicur ên Xezzeyê hatine şehîdkirin u 14 kes ji wana li şarê Xezzeyê hatine şehîdkirin.

Çavkanîyên filistînî jî amajeyî komkujîya hovane ya bi destê artêşa Rejîma Sîyonîst li herêmên curbicur ên Xezzeyê kirin u ragihandin ku sîyonîstên dagirker bi awayekî rasterast êrişî malên sivîlan u kon u xêvetên awareyan dikin. Hevgavê van cinayetên sîyonîstan, artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker îro seredana nexweşên Zîvala Xezzeyê ya ji rêya derbasgeha bejayî ya Refehê ku 2 rojan bi awayekî demkî vekiribû, dîsan qedxe kir. Eva di halekî da ye ku zextên cîhanî ji bo sekinandina cinayetên dagirkerna ên himber filistînîyan jî zêde bûne.

Your Comment

You are replying to: .
captcha