Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA-Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, îro pêşwaziya taximeka fermî ya îranî bi serokatiya parêzgarê Azerbaycana Rojava kir û di vê hevdîtinê de her du aliyan li ser geşkirina peywendiyên dualî bi taybet di warên berfirehkiirna danûstandinên bazirganiyê û hêsankirina hatûçûna geştyaran di navbera her du aliyan de gotûbêj kirin.
Taxima îranî herwiha ji ber hevkarî û pêkanîna şert û mercên guncaw ji bo ziyaretkarên îranî yên warên pîroz ên li Iraqê, sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê kir.
Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, berî nika di hevpeyvînekî da gotibû Herêma Kurdistana Iraqê rêzê li peywendiyên xwe yên bi hemû welatan re ji wan Îranê digire û qet tevlî pîlana dijî welatên cînarê xwe nabe û qet serekaniyê gefa dijî van welatan nebûye.
Your Comment