13 January 2022 - 15:27
Hoşyar Zêbarî: Min negotiye PDKê dev ji posta serokkomariyê berdaye

Duh sêşemê Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihandiye çend medya û malperên civakî bi awayekî bêberpirsiyarane daxuyaniyek li ser navê min belav kirine.

ABNA24 : Herwiha Hoşyar Zêbarî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kiriye û tê de amaje bi wê yekê kiriye nûçeyeke nedurist hatiye belavkirin li ser navê min ku goya min gotiye PDK razî bûye û dev ji posta serokkomariyê berdaye. Ew nûçe û raport dûr in ji rastiyê û dûpat dikin ku daxuyaniyên me yên wisa tunene û me daxuyaniyên wisa nedane.

Hoşyar Zêbarî dibêje posta serokkomariyê ji bo kurdan û Iraqê muhîm e û pêwîstî bi rêkeftinê aliyan heye.

342/