9 July 2026 - 17:55
Source: kmr.abna24.com
“Cihê veşartina serkirdeyê şehîd ê şoreşê nêzîkî rawdaya munewere ye”

“Merasîma definikirina termê pîroz ê rêberê şehîd ê şoreşê û malbata wî ya hêja, piştî merasîma oxirkirinê û nimêjkirinê, dê di yek ji riwaqên nêzîkî rawdaya munewere de were lidarxistin.”

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA–Serokê rêveberiya ragihandin û medyaya Hewşa Pîroz a Rezewî ragihand: “Termê (Cenazê)pîroz ê rêberê me yê şehîd û malbata wî ya hêja, piştî merasîma oxirkirinê û nimêjkirinê, dê bo yek ji riwaqên nêzîkî Rawdaya Munewere (gora pîroz a Îmam Riza) bê veguhastin û merasîma definikirinê li wir, bi amadebûna malbat û xizmên rêberê şehîd ê şoreşê were kirin.”

Hucet-ul-Îslam Muslîm Hûşengî, îro li kêleka merasîma oxirkirina termê rêberê şehîd, di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan got: “Niha hewşên Hewşa Pîroz a Îmam Riza (s.x) û kolanên derdora wê, tijî zêret û cîranên ku ji her aliyê welêt hatine Meşhedê ne. Ew girseya ku niha ji bo nûkirina peymanê ligel rêberê şehîd û ‘Xadim-ul-Riza’ hatine, ji astên ku dihatin texmînkirin mezintir e.”

Hûşengî bi diyar kirina ku mêvanên ji 27 welatan ji bo beşdarbûna di merasîma oxirkirin û definikirinê de li vî bajarî ne, wiha domand: “Kolanên derdor, jêrderbazên hewşa pîroz û hemû parkên otomobîlan tijî zêret û xelk in.”

Wî her wiha da zanîn: “Niha termên şehîdan ber bi kolana Îmam Riza (s) ve tên veguhastin û merasîma oxirkirinê piştî gihîştina termên pîroz bo kolana Îmam Riza (s), dê ji meydana 15 Xurdad (Felekeya Zid) ber bi hewşa Rezewî ve dest pê bike.”

Hûşengî bal kişand ser vê yekê ku di dawiya merasîma oxirkirinê de, li sehna Peyamberê Mezin (s.x) û li hemû sehn, riwaq û kolanên ku digihêjin hewşa pîroz (wek kolanên Newab Sefewî, Ayetullah Şîrazî û Teberî), dê nimêja li ser termê rêberê me yê şehîd û malbata wî ya hêja bê kirin.

Serokê rêveberiya ragihandinê ya Hewşa Pîroz a Rezewî tekez kir: “Di saet 20:00ê de jî, Nimêja Leylet-ul-Defn (şeva definê) dê hevdem ligel hemû welêt were kirin.”

……………..

Peyama dawî / Etîket: Rêberê şehîd ê Îranê, Hewşa Pîroz a Rezewî

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha