10 July 2025 - 10:24
Pevçûnên bi çekan li Hewlêra Kurdistana Iraqê

Di encama pevçûnên di navbera eşîreke kurd û hêzên Pêşmerge li Hewlêra navenda Herêma Kurdistana Iraqê, çend kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA-Ji êvara sêşemiyê heta niha  şer û pevçûnên bi çekan di navbera eşîra Herkî û hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê li qezaya Xebatê ser bi parêzgeha Hewlêrê derketine ku di encamê de çend kes hatin kuştin an birîndar bûne. 

Di pevçûnê de hejmarek wesayîtên ewlehiyê hatine şewitandin. Ev pevçûn ji  ber nerazîbûna li hember bêalîbûna hikûmeta herêmê û hêzên ewlehiyê di pevçûna di navbera eşîra herkiyan bi eşîreke din li ser erdeke li gundê Girdereşê bûye û ji ber girêdayîbûna vî erdê bi xetên veguhestina niftê ya şîrketa nêzîkî Barzaniyan, ev nakokî  aloztir bûye. Cewher Mihyedîn Herkî, serokê vê eşîrê, ji hemû hoz û endamên eşîra xwe xwestiye ku li himber gendelî û zordariyê li Herêma Kurdistanê rawestin. 

Wekîlê Nêçîrvan Barzanî jî bi Xurşîd Herkî ra hevdîtin pêk anî û bi vekişîna hêzên Asayişê nika rewş aram bûye. 

Your Comment

You are replying to: .
captcha