12 May 2026 - 16:17
Source: kmr.abna24.com
HAMAS: Qanûna îdamkirina girtiyên "Bahoza Eqsayê" bilindkirina metirsîdar a polîtîkayên Siyonîst e

Di bersivekê de li ser pejirandina qanûna nû ya Knesseta Îsraîlê ya li ser cezayê îdamê ji bo girtiyên Filistînî, Hamasê ev kiryar wekî zêdekirina xeternak a polîtîkayên nemirovane yên Tel Avîvê nirxand.

Li gorî raporeka Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Beytê (s.x) – ABNA – Tevgera Hamasê li hember encamên qanûna nû ya ku ji aliyê Kenestê rejîma Siyonîst ve li ser bicihanîna cezayê îdamê li dijî girtiyên Filistînî, bi taybetî jî yên ku bi beşdarbûna di operasyona «Tufana El eqsa» de tên tawanbarkirin, hişyarî da û wê wekî kiryareke xeternak a li ser rêya rewayîkirina kuştina girtiyan dîyar kir.
Hamasê ragihand ku polîtîkayên terorîst û qanûnên faşîst ên rejîma Siyonîst tu carî nikarin îradeya miletê Filistînê di berdewamkirina têkoşîna rewa ya ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî de bişkînin.
Di vê daxuyaniyê de hatiye ku qanûna nû ya Kenestê, zêdekirineke metirsîdar û tawankirineke nû li karnameya tijî tawanên cengê û binpêkirinên birêkûpêk ên li dijî miletê Filistînê tê hesibandin.
Hamasê tekez kir ku ev qanûn betal û neqanûnî ye û binpêkirineke eşkere ya qanûn û peymanên navneteweyî, bi taybetî Peymana Cenevreyê û qanûnên mirovî yên navneteweyî ye.
Di berdewamiya vê daxuyaniyê de hatiye ku ev qanûn her wiha hewlek e ji bo revînê ji her peymana danûstendina girtiyan a pêşerojê, ji ber ku ew bi eşkereyî girtiyên têkildarî operasyona «Tufana El eqsa» ji her danûstandineke muhtemel a azadkirinê derdixîne; kiryareke ku li gorî Hamasê, binpêkirineke mezin a qanûnên navneteweyî û prensîbên mirovî ye.
Hamasê ji Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Cezayê Navneteweyî, Civata Mafên Mirovan û saziyên mafên mirovan û mirovî xwest ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bi cih bînin û ji bo rawestandin û betalkirina vê qanûnê tevgera lezgîn bikin û serokên rejîma Siyonîst ji ber tawanên domdar ên li dijî girtiyên Filistînî bikin berpirs.
............
Dawiya peyamê/
Etîket
Hamas
Bahoza El-Eqsayê
 

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha