27 June 2026 - 12:02
Source: Sahar TV
Rê û risma rêzgirtina li şehîdên Kerbelayê bi amadebûna bi hezaran kesî li Qersê

Bi hezaran kes ji welatiyên parêzgeha Qersê hevgavê salvegera şehadeta Îmam Hisên(s) û hevalên wî di Kerbelayê de, bi lidarxistina rêpîvan û rê û rismên tazîdariyê, rêz li şehîdên Kerbelayê girtin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA- Hevgavê alvegera şehadeta Îmam Hisên(s) û hevalên wî di Kerbelayê de, rê û rismeke berfireh ji bo bi bîrxistina vê helkevtê li bajarê Qersê hate lidarxistin.

Di vê merasimê de bi hezaran kes li ber Mizgevta Hezretê Elî(s.x) li taxa Sûkê de kom bûn. Tazîdar ji kolana Fayîq begê ve heta Mizgevta Ehlê Beytê meş li dar xistin û şîngêrî kirin û gelek kesan jî zincîr lêxistin. 

Di dewamê de xelk li ber Mizgevta Işikliyê li kolana Cumhûriyetê sekinîn û piştî xwendina duayan ji bo şehîdên Kerbelayê, meşa xwe domandin. 

Şayanî gotinê ye ku parêzgeha Qers parêzgehekî şîenişîn ê Tirkiyê ye.

..........

Dawiya peyamê

Etîket:Tirkîya Aşûra

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha