7 July 2026 - 23:54
Source: Tasnim News
Bersiva Baqayî li hemberî tohmetên Qeterê yên dijî Îranê

Berdevkê Wezareta Derve bersiva tohmeta Wezareta Derve ya Qeterê ya derbarê êrîşa li ser keştiyekê da

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA–Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Îsmaîl Beqayî, li ser tohmetên Wezareta Derve ya Qeterê ya têkildarî “êrîşa li ser keştiyeke girêdayî wî welatî” li Tengava Hurmuzê, daxuyaniyek da.

Beqayî van tohmetan wekî “cihê pirsê” û “li dijî prensîba cîrantiya baş” bi nav kir û ev reftar wekî “nepejirandî” binav kir.

Berdevkê Wezareta Derve, bi bîr xist ku li gorî bendê 5’ê yê “Memoranduma Dawîanîna Şer” (ya 17’ê Hezîranê 2026’an), Komara Îslamî ya Îranê berpirsyar e ku tedbîrên pêwîst ji bo rêveberiya Tengava Hurmuzê bigire û xizmetguzariyên deryayî pêşkêş bike. Beqayî tekez kir ku Îran bi cidiyet li ser erkên xwe rawestiyaye.

Wî her wiha bang li welatên herêmê, bi taybet Qeterê kir ku wekî aliyekî navbeynkar ku ji hemû hûrgiliyên vê memorandumê agahdar e, divê ji her cure çalakiyên ku li dijî naveroka vê peymanê bin, dûr bikevin.

Beqayî di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser tevgerên hin keştiyên bazirganî yên ku rêyên nehevrêzkirî bi Îranê re bikar tînin û bi vemirandina an jî lîstina bi pergalên “AIS” (radarên şopandinê) re, hewl didin xwe ji çavdêriyê bidin alî. Beqayî hişyarî da ku ev cure reftar dibin sedema metirsiya qezayan, pirsgirêkên hawirdorparêziyê û têkbirina hewldanên Îranê yên ji bo dabînkirina derbasbûneke ewle li Tengava Hurmuzê.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha