Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA- Rojnameya New York Times bi destnîşankirina vê yekê ku Trump di rûbirûbûna bi Îranê re, ji her demê zêdetir xwe dispêre biryarên demkî û bertekên gavavêtî, tekez kir ku ev nêzîkatî ne di warê leşkerî û ne jî di warê dîplomasiyê de encamgir bûye. Li gorî vê rojnameyê, berevajî hin dosyayên din ên siyaseta derve, Îran amade nebûye ku qaîdeyên ku Trump dixwaze bisepîne qebûl bike û ev pirsgirêk Serokê Amerîkayê bi dijwariyek cidî re rûbirû kiriye.
Ev raport bi veguhestina gotinên ‘Vali Nasr’, mamosteyê Zanîngeha Johns Hopkins û ‘Abbas Milani’, rêvebirê lêkolînên Îranê li Zanîngeha Stanfordê, tekez dike ku Trump heta niha stratejiyeke zelal ji bo rûbirûbûna bi Îranê re pêşkêş nekiriye. Her wiha ‘Aaron Miller’, dîplomatê berê yê Amerîkayê, bi balkişandina ser girîngiya Tengava Hurmizê ji bo Tehranê, di wê baweriyê de ye ku Îran dikare heman wê bandora ku krîza dîlgirtiyan li ser mîrateya siyasî ya Jimmy Carter kiribû, li ser mîrateya siyasî ya Trump jî bike û demê bi berjewendiya xwe bikar bîne."
"…
Dawiya peyamê
Etîket (Tag):
- New York Times
- Trump
- Îran
- Amerîka"
Your Comment