4 August 2026 - 17:22
Source: kmr.abna24.com
«Êrîşa firokeyên bêmirov (dron) ên Yemenê bo ser balafirgeha Necranê ya Erebistana Siûdî»

«Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku welatê wan, armanceke hestiyar a li balafirgeha Necranê ya Erebistana Siûdî, bi firokeyeke bêmirov (dron) kiriye armanc.»

«Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul-Beytê (s.x) — ABNA Îro roja sêşemê Yehya Serî bi rêya peyamekê li ser tora civakî ya X ragihand ku, hêzên çekdar ên Yemenê bi serkeftî armanceke hestiyar a Siûdî li balafirgeha Necranê bi firokeyeke bêmirov (dron) kirine armanc û êrîşeke rast û biserûber pêk aniye.

Navhatî her wiha da zanîn ku, ev êrîş di bersiva binpêkirina qada hewayî ya Yemenê ji aliyê Erebistana Siûdî ve, li ser parêzgehên Se’de û Hecceyê bi bikaranîna firokeyên bêmirov, hatiye kirin.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê bal kişand ser wê yekê ku, her cure binpêkirina qada hewayî ya wî welatî, wê bê bersiv û bê ceza nemîne.

Yehya Serî hefteya borî gotibû ku, parastina hewayî ya Yemenê firokeyeke keşfê ya bi ser Erebistana Siûdî ve, dema ku li esmanê bakurê Sen’aya paytexta Yemenê di erkê xwe de bû, xistiye xwarê. Wî modela vê firokeya keşfê wekî “Karyal” a ser bi Siûdî ve da naskirin ku hêzên Yemenî bi ser ketine wê bixin xwarê. Parêzgeha Se’de, parêzgeheke çiyayî ye û di dûratiya 243 kîlometreyî ya bakurê Sen’ayê de cih digire.

Yemenê her wiha berê di bersiva dorpêçkirina balafirgeha Sen’ayê ji aliyê Erebistana Siûdî ve û di çarçoveya prensîba “dorpêç li hemberî dorpêç” de, dorpêça deryayî li dijî Riyadê ragihandibû.

Li dû vê pêngavê, hin welatên erebî yên hevaheng ligel siyaseta Erebistana Siûdî û Amerîkayê, daxuyaniyên rexnekirina berteka Sen’ayê belav kirin. Van welatan bi vê pêngava xwe, dorpêça 12 salî ya ser Yemenê û êş û azarên gelê vî welatî yên di encama vê kiryara nemirovane de, paşguh kirin.»

Dawiya peyamê /

Etîket: Yemen, Erebistana Siûdî, Hêzên Çekdar ên Yemenê, Balafirgeha Necranê, Operasyona Dronî, Binpêkirina Qada Hewayî

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha