Li gorî ajansa nûçeyan a Ehlul-Beyt (s.x) – ABNA– Li gorî nivîseke sernivîserê “Al-Monitor”, di demekê de ku hikûmeta herêmî ya Brukselê karî piştî 613 rojan dawî li astengiya pêkanîna hikûmetê bîne û piştî 639 rojan hikûmeta xwecihî ya Îrlandaya Bakur hate pêkanîn, Herêma Kurdistanê niha rekoreke cîhanî di nebûna hikûmetê de tomar kiriye û bêyî pêkanîna kabîneya nû, ketiye roja 655emîn.
655 roj di ser hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê yên 20ê Cotmeha 2024an re derbas dibin, lê heta niha kabîneya dehemîn a hikûmeta herêmê nehatiye pêkanîn. Ev hejmareke pîvanî ye ku tewra demên herî dirêj ên asêbûna siyasî ya li Ewropayê jî derbas dike.
Lê berevajî mînakên din, Herêma Kurdistanê bêyî pêkanîna hikûmeteke nû, bi hikûmeta berê (ya kevn) berdewam dike. Rastiyek ku divê rehên wê di nava avahiya desthilata herêmê de bê lêgerîn; dabeşkirina desthilat û hêza erdnîgarî ya di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û guherîna hevsengiyên Amerîkayê li navçeyê de.
Hikûmeta nehemîn bi desthilateke temam berdewam e li ser karê xwe. Di vê heyamê de, ev hikûmet girêbestên girîng îmze kirine û biryarên darayî yên demdirêj dane û tu carî xwe wekî “hikûmeta demkî” yan “ya berê” nedîtine.
Ev di demekê de ye ku Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, di biryara xwe ya hejmar 213 ya sala 2025an de zelal kiribû ku hikûmeta federal tenê piştî bidawîhatina dema yasayî, desthilata wê heye ku karûbarên rojane birêve bibe û mafê wê nîne biryarên stratejîk an sozên demdirêj bide. Lê heta niha tu biryareke wekhev derbarê hikûmeta herêmê de nehatiye cîbicîkirin.
Di heman demê de, parlamentoya herêmê bi awayekî pratîkî nemaye. Parlamenteran tenê carekê civiyane, ew jî di 3ê Çileya 2024an de ji bo sondxwarinê; civîneke ku destpêka wergirtina mûçeyên wan bû, lê ji wê demê ve parlamentoyê tu civîn nekiriye. Ev saziye ne serok û ne jî serokatiya wê heye, ne komîsyonên taybet pêk hatine, tenê mûçeyên xwe werdigirin.
Sedema vê rewşê divê di avahiya rastîn a desthilatê de bê dîtin.
Her çendî ji aliyê yasayî ve parlamentoyê, serokatiya herêmê û encûmena wezîran erkên sereke yên hikûmetê bin jî, di rastiyê de biryarên sereke di nav PDK û YNKê de tên girtin û saziyên fermî tenê rola tomarkirin û cîbicîkirina rêkeftinên wan her du partiyan dilîzin.
Mînakeke zelal a vê rewşê di sala 2015an de rû da; dema parlamentoyê hewl da li ser bidawîhatina dema serokatiya Mesûd Barzanî çavdêriyê bike, PDKê rê li ber hatina serokê parlamentoyê bo Hewlêrê girt û çalakiyên parlamentoyê bo heyama sê salan hatin sekinandin. Wê ezmûnê nîşan da ku saziyên fermî bêyî piştgiriya desthilata hizbî nikarin erkên xwe pêk bînin. Niha heman nexşe dubare bûye, bi guherîneke rêjeyî ya di rola aktoran de.
Di heman demê de, pozîsyona YNKê li gorî berê bihêztir bûye. Komkirina desthilatê di destê malbata Barzanî de, bazneya biryardanê teng kiriye û lêçûna her rêkeftinekê zêde kiriye.
Ji aliyekî din ve, zeviya gaza Korêmorê li parêzgeha Silêmaniyê ku di çarçoveya desthilata YNKê û “Zona Kesik” de ye, piştî ku di sala 2025an de şiyanên wê hatin firehkirin, gihîşt 750 milyon lingên sêgoşe di rojekê de û niha 80%ê elektrîka herêmê dabîn dike. Sekinandina berhemanînê di vê zeviyê de di Sibata 2026an de, girêdayîbûna zêde ya herêmê bi vê çavkaniya enerjiyê eşkere kir.
Bi vî awayî, eger dahata petrolê bibe amûra sereke ya desthilata PDKê, gaza sirûştî jî bûye giranahiya desthilatê ji bo YNKê.
Ji bilî mijara enerjiyê, her du hizb bi awayekî pratîkî du sîstemên îdarî yên serbixwe ava kirine. Her yek ji wan dezgehên hewalgirî, ewlehî û dijeterorê yên xwe birêve dibin. Sîstemên dabeşkirina sotemeniyê û parzûngeh û diyarkirina nirxê berhemên petrolê bi serbixwe tên kirin.
Rewşeke wekhev di warê dahata giştî de heye. Ji bo rêgirtina li çavdêriyê, her aliyekî şirketa xwe ya taybet ji bo komkirina dahata gumrikî û navxweyî ava kiriye. Ev rewş heta xizmetguzariyan jî dirêj bûye.
Di encamê de, ya ku îro li Herêma Kurdistanê derketiye holê, du pêkhateyên birêvebirinê yên hevrêz (hawutereb) in ku her yek di heman demê de erkên siyasî, ewlehî, aborî û civakî li ser axa di bin desthilata xwe de pêk tîne û bazara xwe ya aborî û dahata xwe ya taybet heye.
Wê demê hebûn an nebûna parlamentoyê û dezgehên yasadanînê bi çi kêr tê?
…………
Dawiya Peyam/
Etîket:
Herêma Kurdistanê ya Iraqê
Parlamentoya Kurdistanê
Hewlêr (navê bajarê navendî yê Herêma Kurdistanê)
Yekîtiya Niştimanî
(kurtkirin: YNK –
· Partiya Demokrat a Kurdistanê
Your Comment