Li gorî rapora ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Ehlibeytê (s.x) – ABNA– Rapora nû ya rojnameya The Guardian careke din mijara têkiliya di navbera azadiya derbirînê, zextên dewletan û polîtîkayên şîrketên mezin ên teknolojiyê de anî rojevê. Li gorî vê raporê, platforma civakî ya X (Twittera berê), ku piştî kirîna ji aliyê Elon Musk ve xwe wekî “parêzvanê azadiya derbirînê” dida nasîn, niha bi dehan hesabên rexnegirên dewleta Erebistana Siûdî yên li hundirê wî welatî girtine. Kiryarek ku li gorî çalakvanên mafên mirovan, nîşaneya guherîneke eşkere di nêzîkatiyê de ye.
Zêdetirî 60 hesab li ser bikarhênerên Siûdî hatin girtin
The Guardian rapor kiriye ku ji nîvê tîrmeha 2026an ve, zêdetirî 60 hesabên ku girêdayî çalakvanên siyasî, akademîsyen, medyayên serbixwe û muxalifên Siûdî ne, li ser daxwaza rayedarên Siûdî ji bo bikarhênerên hundirê wî welatî hatine “jêoblock” (Geo-block) kirin. Ev tê wateya ku hesab nehatine jêbirin, lê bikarhênerên li hundirê Erebistana Siûdî êdî nikarin naveroka wan bibînin.
Di nav kesên ku hesabên wan hatine sînordarkirin de, navên wekî Yahiya Esîrî (serokê rêxistina mafên mirovan a ALQST) û Ebdullah el-Ewde (çalakvanê Siûdî yê li Amerîkayê dijî) hene. Wan ragihandine ku ji aliyê X ve e-posteyek ji wan re hatiye, ku tê de hatiye gotin ev sînordarkirin ji bo “bicîhanîna qanûnên navxweyî yên Erebistana Siûdî” hatine kirin, ne ji bo binpêkirina qanûnên platformê.
Ji azadiya derbirînê heta hevahengiya bi sansûra Siûdî re
Tiştê ku vê raporê girîngtir dike, guherîna helwesta X ya li gorî çend mehên borî ye. The Guardian tîne bîr ku di raporteke xwe ya meha gulanê ya 2026an de, X ragihandibû ku wan daxwazên Siûdî yên ji bo sînordarkirina hesabên muxalifan qebûl nekirine û ew “bawerî bi parastina dengê bikarhênerên xwe tînin”. Lê niha heman platformê dest bi sînordarkirina hesabên wan kiriye.
Ev guherîn, pirsan li ser polîtîkaya rastîn a azadiya derbirînê di serdema rêveberiya Elon Musk de çêdike; rêveberê ku bi xwe gelek caran xwe wekî “aliyê azadiya mutleq a derbirînê” dida nasîn.
Hevahengiya bi dîwên teknolojiyê yên din re
Li gorî raporê, X şîrketa dawî ye ku bersiva daxwazên Riyadê daye. Beriya niha, Meta (xwediyê Facebook û Instagramê) û herwiha Snapchat jî dest bi sînordarkirin an jêbirina gihîştina hin muxalifên Siûdî kiribûn. Rêxistina mafên mirovan a ALQST ev pêvajo wekî nîşana berfirehbûna hevkariya şîrketên teknolojiyê bi daxwazên sansûra dewletan re nirxandiye.
Argumanên Siûdiyê û bersiva rexnegiran
Li gorî belgeyên ku The Guardian dîtine, rayedarên Siûdî van hesaban tohmetbar dikin bi weşandina naverokên ku bi îdiaya wan “rêza giştî, nirxên olî, exlaqê giştî an jiyana taybet” binpê dikin. Lê çalakvanên mafên mirovan dibêjin ku ev sernav, pênasên pir giştî ne û di pratîkê de ji bo bêdengkirina rexnegirên siyasî tên bikaranîn.
Ebdullah el-Ewde di bertekê de gotiye, pirsgirêk ne tenê sînordarkirina hesaban e, belkî ew e ku şîrket bêyî ku bikarhêner qanûnên wan binpê bikin, tenê ji bo cîbicîkirina qanûnên navxweyî yên dewletekê, gihîştina naveroka wan sînordar dikin.
Ev dosyeya hanê ne tenê li ser çend hesabên bikarhêneran e, belkî vedigere mijareke firehtir bi navê “serweriya dîjîtal”; yanî ev pirs ku gelo şîrketên teknolojiyê divê ji bo berdewamkirina xebata xwe li bazara welatên cuda, qanûnên wan ên navxweyî -ger li dijî pîvanên cîhanî yên azadiya derbirînê bin- pêk bînin an na?
Parêzvanên van şîrketan bawer dikin ku eger li dijî qanûnên herêmî derkevin, îhtîmala astengkirina tevahî ya xizmetên wan li wî welatî heye. Berevajî vê, rexnegir dibêjin ku qebûlkirina van daxwazan, şîrketên teknolojiyê vediguherîne amûra zextê li ser muxalifên siyasî.
Nakokiya ku hîn jî cihê nîqaşê ye
Rapora The Guardian di demekê de hatiye weşandin ku Elon Musk di salên borî de gelek caran polîtîkayên tund ên dewletan ên li dijî azadiya derbirînê rexne kiribûn û kirîna Twitterê bi şîara “vegerandina azadiya derbirînê” rewa kiribû. Lê belê, rexnegir dibêjin kiryara dawî ya X nîşan dide ku her çiqas platformek xwe wekî parêzvanê azadiya derbirînê bide nasîn jî, di pratîkê de dema rû bi rûyê pêdiviyên qanûnî yên dewletan dibe, heman rêya şîrketên din ên teknolojiyê dişopîne.
Di dawiyê de, ev dosye careke din vê pirsa bingehîn tîne ser ziman ku sînorê di navbera cîbicîkirina qanûnên neteweyî û parastina azadiya derbirînê de li kû derê ye; pirsek ku bi berfirehbûna hêza torên civakî û zêdebûna zexta dewletan a li ser van platforman, bûye yek ji girîngtirîn pirsgirêkên rêveberiya dîjîtal li cîhanê.
……………
Dawiya Peyam/
Etîket:
- Mafên Mirovan
- Elon Musk
- Rojnameya The Guardian
- X (Twitter)
- Amerîka
- Riyad
- Erebistana Siûdî
Your Comment