AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

18 sermawez 2022

19:52:20
1324358

'Qebûlkirina serdana Grûsî bo Îranê bo demekê bû ku siyaseta zextê bi kar neyîne'

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê got: Serdana Rêveberê gişt ê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bo Îranê bo demekê bû ku Ajans siyaseta zexta li ser Îranê bi kar neyîne.

Muhemed Îslamî Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê got: Tevgerên siyasî û anîna gotinên nerast û neprofesiyonel di rewşekê da ku gotûbêj heye, dewama siyaseta serneketî ya zexta herî zêde ye û Îran wê napejirîne.

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê her wiha got: Îranê ti karek ku haya Ajansê jê tunebe nekiriye û nake û çalakiyên navokî aştiyane yên Îranê gişt di çarçoveya qanûnê da ne.

Îslamî derbarê vêya ku ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Îran û Ajansê tevî zêdebûna astengîderxistinên welatên rojavayî çiqas hêvî li hevkariya Îran û Ajansê heye, tekez kir: Li gorî Padiman anku protokola lêgerîn û piştrastkirinê çavdêriyê ti kêşeyeke Îran û Ajansê tune; Pîvana ji bo hevkariya tev Ajansê ev padiman e; Padiman û NPT'yê hin rêzikên nivîsandî hene û Ajansê jî bi caran di vî warî da rapor weşandiye.

Serokê Rêxistina Enêrjya Atomê ya Îranê tevî amajeya bi vêya ku babetên îdiakirî û tawanên dijî Îranê tiştekî nû nîne, got: Encama gotûbêjên navbera Îran û Ajansê Lihevkirina Navokî bû ku aliyên gotûbêjker jê derketin û pabendî sozên xwe neman.

342/