27 October 2024 - 13:47
Dewama êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê ser bakûrê Iraqê

Artêşa Tirkiyê wek berteka li hember êrişa bi çekan a li Enqerê ku di encama wê de 5 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn, careka din êrişî pêgehên PKK li bakûrê Iraqê kir.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê da ragihand ku balafirên cengê yên vî welatî îniyê bi şev ji bo cara duyem a lidûhev êrişî 34 binkeyên PKK li navçeyên Şingal, Xakurk, Gare û Qendîlê li bakûrê Iraqê kir û hejmarek ji endamên vê komê jî kuştin.

Di dewama daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê da hatiye: Bi dû êrişa li Enqerê, heta nika 120 binkeyên PKK li Iraq û Sûriyê bûne hedef û herwiha di encama van êrişan da 176 kes jî bi gumana endametiya li PKK di encama operasiyonên curbicur ên li Tirkiyê da hatine girtin.

Li gorî vê raporê ev êriş û girtin piştî wê pêk hatin ku roja Çarşemiyê du kesên çekdar êrişî Avahîya Pîşeyên Hewayî ya Tirkiyê li Enqerê kirin ku di encamê da 5 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn.