Îro piştî banga Hizbullahê ya ji bo lidarxistina xwepêşandanekê ji bo rêgirtin li ketina firokeyên Îranê bo nav Lubnanê, xwepêşandan tund bû û artêşa Lubnanê jî bi gaza rondikrêj bersiv da.
Li gorî nûçeya Ajansa - Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehl-ul Beytê (S.X) – ABNA-Aloziyên vê dawiyê li Lubnanê dest pê kirin ku du roj berê welatiyên Lubnanî li Firokexaneya Îmam Xumeynî 8 demjimêran li bendê man ku balafira Mahan Air wan bigihîne Beyrûtê.
Ev mijar bû sedem ku malbatên Lubnanî her ji destpêkê ve li derdora balafirxaneya Beyrûtê kom bibin û duruşmên dijî Amerîka û Îsraîlî avêtin û daxwaza vegerandina hezkiriyên xwe kirin.
Kombûnên destpêkê bi destwerdana kesên nenas veguherî tundûtûjiyê û êrîşî hêzên UNIFIL jî kirin.
Wefîq Safa berpirsê yekîneya ragihandin û hemahengiya Hizbullahê di hevpeyvînekê de ragihand: Bûyerên ku duh li ser rêya firokexaneyê li dijî hêzên UNIFIL qewimîn, nayên qebûlkirin. Têkiliya Hizbullahê bi hêzên UNIFIL re baş e û rêzê li peymana 1701 digire. Divê em cudahiyê bidin rûniştina aştiyane ya ku em tê de nerîna xwe li dijî biryara qedexekirina firokeyên Îranê û êrîşa li ser UNIFIL diyar bikin. Em ji rayedar û artêşa Lubnanê re dibêjin ku li rewşa xelkê binêrin û zêdetir zextê li wan nekin.
Ji aliyekî din, îro Hizbullaha Lubnanê li ser rêya firokexaneyê ji bo şermezarkirina astengkirina firokeyên Îranê li firokexaneya Beyrûtê, banga lidarxistina kombûneke aştiyane kir, lê artêşa Lubnanê bi tundî bi gaza rondikrêj rûbirûyê beşdarên wê mîtîngê bû.
Mehmûd Qimatî cîgirê serokê encûmena siyasî ya Hizbullahê di wê xwenîşandanê de tekez kir ku, ew ti carî qebûl nakin ku Lubnan di destê Amerîka û Îsraîlê de be û artêşê jî gazên rondikrêj bi ser xelkê de avêt û hejmarek ji beşdaran birîndar bûn û rewşa wan giran e.
Pitika (Zarok) çend mehî ya bi navê Malak li ser rêya firokexaneyê ji ber gaza rondikrêj a artêşa Lubnanê tûşî xeniqînê bû û hat dermankirin.
Ambulansan birîndarên ku ji mitîngê giran bûn rakirin nexweşxaneyê. Nûçegihanê El-Mayadîn ji balafirgehê ragihand ku ew piştî çend demjimêran ji aramiyê vegeriya cihê xwe.
Piştî şehadeta Seyîd Hesen Nesrullah, Sekreterê Giştî yê berê yê Hizbullaha Lubnanê, em bûn şahidê destwerdanên Amerîka û Siyonîstan li qada siyasî ya Lubnanê. Di demekê de ku Lubnan rûbirûyê şerekî berfireh ji aliyê Rêjîma Siyonîst bû, hindek ji dijberên Hizbullahê hewil dan ku bi destêwerdanên derve, hikûmetekê bînin ser desthilatê ku berjewendiyên Amerîkayê li Lubnanê biparêze û ji aliyek din ve, zextê li Hizbullahê bikin ku piştî şer çekan berde.
Lê bi salan e ku gelê Lubnanê bi wan dersên ku ji rêberê şehîdên berxwedanê wergirtine, dizane ku tekane rêya rûbirûbûna aloziyên navxweyî, hişyarî û reftarên biaqilane ye. Ji ber vê çendê, di roja merasîma bi heybet a cenazeyê şehîd Nesrullah de, bi hezaran Lubnanî li hundir û derveyî welat xwe amade dikin ku beşdarî vê merasîmê bibin û eger ji ber astengiyên heyî jî nikaribin beşdarî merasîma oxirkirinê bibin, dê bi şiyara "Em li ser soza xwe ne."