Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA-Feramerz Esedî, Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê di gotûbêjekê de bal kişand ser vê yekê ku her salê nêzîkî 150 hezar ziyaretkerên Erbeînê ji rêya sînorê Temerçîn û Başmaxê derbasî Herêma Kurdisranê dibin û ji wir berê xwe didin bajarên pîroz ên li Iraqê û ji ber hevkariya rayedarên Herêma Kurdistanê di vî warî de destxweşî li wan kir.
Esedî derbarê hevkariyên Herêma Kurdistanê di warê hêsankariyên ji bo beşdarîya di merasim û ziyareta Erbeîna îsal da bal kişand ser vê yekê ku ev sala çaran e ku ziyaretkerên îranî dê ji riya Herêma Kurdistanê seredana warên pîroz bikin bikin û got, ev rê bi hevkariya nêzîk û hevdiliya berpirsên Herêma Kurdistanê u bi pêşkêşkirina îmkanên guncav ji bo raberkirina bo ziyaretkerên Erbeîna Huseynî pêk hatiye.
Serkonsûlê Îranê li Hewlêrê got ku îsal rewş ji bo seredana zîyaretkeran a ji rêya Herêma Kurdistanê ji berê zef baştir e.
Your Comment