23 October 2025 - 00:08
Bertekên li hember dirêjkirina dema hebûna leşkerî û dagirkeriya Tirkiyê li Iraq û Sûriyê hetanî 3 salên din

Parlemana Tirkiyê daxwaza Receb Teyib Erdogan, Serokomarê vî welatî, ji bo dirêjkirina dema hebûna hêzên leşkerî yên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê heta 3 salên din pejirand.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA- Hikûmeta Tirkiyê di halekî de ser berdewamiya hebûna xwe li Sûriye û Iraqê tekez dike ku berê behaneya vê hebûnê serkutkirina PKK`ê bû û vê dawiyê Tirkiyê bi PKK`ê re dest bi pêvajoya bêçekirinê kiriye. Pêşniyarqanûna  parlemana Tirkiyê derbarê Iraq û Sûriyê nîşan da ku hikûmeta Erdogan ser dewma leşkerîkirinê li axa  van welatan û binpêkirina serwerî û yekperçetiya axê bi behaneya qaşo rawestana li ber terorê pêkutiyê dike. Partiyên Dad û Geşepêdanê(AKP), Hereketa Neteweyî(MHP) û Îyî partî dengê xwe dan vê daxwazê û Partiyên Demokrasî û Wekheviya Gel(DEM Partî) û Partiya Komarîxwaz a Gel(CHP) li dijî wê derketin. Hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Sûriye û Iraqê û êrişên rojane ser vî welatî  beşek zêde ji binesaziya wan, bi taybetî li deverên Kurdnişîn wêran kiriye. Hikûmeta Tirkiyê, bêyî berçavgirtina daxwazên parlamenter û kesayetên din ên Iraqê yên ji bo bidawîkirina hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Iraqê hebûna xwe ya leşkerî bi zêdekirina 12 baregehên nû li bakurê Iraqê xurt kiriye, bi vî awayî hejmara giştî ya baregeh û qereqolên leşkerî gihandiye zêdetirî 80 baregehan ku hin ji wan bi çekên giran hatine bi çekkirin. Udey Ebdulhadî, endamê hevpeymaniya Fetih, tekez kiribû ku piştî ragihandina rawestandina operasyonên PKK`ê, hêzên Tirkiyê hebûna xwe ya leşkerî xurttir kirine . Weid  Qedu, endamê Komîsyona Ewlehî û berevaniyê yê Parlemana Iraqê, jî  ser pêwîstiyai tedbîrên bi lez ku vekişîna tam ya  leşkerên Tirkiyê ji axa Iraqê garantî bike tekez kir. Nûnerê payebilind ê DEM partiyê jî wek berteka li hember pêşnumaqanûna  dirêjkirina dema hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Sûriye û Iraqê got ku pêdiviya gelê Sûriyê ne berdewamiya şer e, belku avakirina Sûriyeyek demokratîk û yekgirtî ye. Wî hişyarî da ku siyasetên ewlehiyê yên hikûmeta Erdogan ne tenê pirsgirêk çareser nekirine, belku  navçe ber bi krîz û tundûtûjiyê ve birine. Nûnerê payebilind ê DEM aprtiyê got ku siyasetên ewlehiyê û qanûnên şer di salên borî de ne pirsgirêka Tirkiyê û ne jî pirsgirêkên herêmê çareser kirine, belku qeyran girantir kirine û herêm ber bi dewreke tundûtûjiyê ve kişandiye.
Serepeyv
VÎDYO NÛÇÉ- VÎDYOYÊN TAYBET-SÛRÎYE TIRKIYE -IRAQ

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha