31 December 2025 - 01:09
Li Silêmaniyê festîvala ji bo nîşandana şiyanên jinan destpê kir

Ji bo piştgirîkirina şiyanên jinên destrengîn û dabînkirina dahatek serbixwe ji bo wan, li navenda Silêmaniyê festîvalek heft rojî bi beşdariya 21 jinan destpê kir.

Li bajarê Silêmaniyê bi pêşengtiya Rêxistina Bêla, li ber Parka Baxê Giştî festîvalek bi armanca nîşandanan berhemên hunera dest yên jinên destrengîn û xwarinên çandî festîvalek ku wê 7 rojan bidome, destpê kir.

Li Silêmaniyê festîvala ji bo nîşandana şiyanên jinan destpê kir

Organîzera festîvalê, Ezîme Ezîz têkildarî vekirina festîvalê wiha got; “Ev çalakî dê heft rojan bidome û dê her roj ji saet 10:00’ê heta 23:00’yan welatiyan pêşwazî bike.

Armanca sereke ya festîvalê alîkariya jinên ku kar û berhemên xwe hene ye. Di vê derbarê de Ezîme got; “Şaredarî alîkariyeke baş daye û em hêvî dikin ku piştgirî berdewam bike da ku jinên ku cihekî wan yê sabît tune be bikaribin berhemên xwe li vir bifroşin.”

Li Silêmaniyê festîvala ji bo nîşandana şiyanên jinan destpê kir

Benaz Heydet jî ku yek ji jinên bi xwarinên Kurdewarî beşdarî festîvalê bûye nêrînên xwe têkildarî festîvalê wiha got; “Xelk bi germî eleqeyê ji xwarinên gelêrî yên wekî serûpê, dewîn, têrxîne re nîşan didin. Ez weke jineke destrengîn bang li jinan dikim ku tevlî festîvalên wiha bibin. Her wiha divê aliyên peywendîdar zêdetir alîkarê jinan bin ji bo nasandina berhemên xwe.”

Li Silêmaniyê festîvala ji bo nîşandana şiyanên jinan destpê kir

Li Silêmaniyê festîvala ji bo nîşandana şiyanên jinan destpê kirLi Silêmaniyê festîvala ji bo nîşandana şiyanên jinan destpê kir

Li Silêmaniyê festîvala ji bo nîşandana şiyanên jinan destpê kir

...............

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha