Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê û Diyasporê êrişên li ser xwepêşandêran ya li Sûriyeyê şermezar kir.
Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporê bi daxuyaniyekê êrişên li dijî sivîlên ji bo daxwazên xwe yên rewa daketine qadan, şermezar kir û anî ziman ku tiştê bûye “rastiya desthilata defakto” ku temsîla dewletê nake û rêzê ji mafên besît ên welatiyan re nagire eşkere kir.
Meclisê da zanîn ku “her şêweyê terorê û terorkirinê” li dijî xwepêşandêran meşandin, bi wê re qetilkirin, serjêkirin, avêtina guleyan, pêlêkirin, girtin û zordarî çêbûn ev hate gotin: “Ev yek binpêkirina eşkere û zelal a qanûnên mirovî yên navneteweyî ye ku mafên azadiya nêrîn û xwepêşandanên aştiyane rewa dikin.”
Meclisê bêdengiya civata navneteweyî li hember van pêkanînan berpirsa exlaqî û qanûnî dît û bang lê kir ku bi erkên xwe rabe û van sûcên li dijî sivîlan bi dawî bike.
Meclisê diyar kir ku ji maf welatiyane bi awayek aştiyane nêrîna xwe derbirînin, ji bo parastina ewlehiya welatiyan bang li wan hat kirin ku vegerin malên xwe, lê bi mafên xwe yên rewa ve girêdayî bin û bi rêbazên aştiyane daxwazên xwe bikin.
Duh serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind Şêx Xezal Xezal bang kir ku bi awayekî girseyî û aştiyane dakevin qadan û daxwaza mafên xwe bikin, îro welatî herikîn qadan.
…………….
Dawiya Peyam/
Your Comment