28 December 2025 - 17:35
Sê satelaytên Îranê bi awayekî serkeftî ber bi fezayê ve hatin avêtin / Îran di nav 10 welatên herî pêşîn ên cîhanê de ye di çerxa tevahî teknolojiya

Li gor planê, ev mange(peykên hanê) di bilindahiyekî nêzî 500 km ji rûyê erdê de tên danîn. Orbitê ku ji bo pîvandina ji dûr, wênegirtina erdî û dane'ên karûbarî guncaw e û di heman demê de dibe ku têkiliyê û veguhastina dane'ên bilez bi stasyonên erdê re peyda bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlê Beytê (S.X) – ABNA- Îro Yekşemî 7ê Çileya Paşîn a 1404 (28.12.2025) Komara Îslamî ya Îranê yek ji mezintirîn û herî girîngtirîn erkên xwe yên esmanî bi dawî anî û hevdem sê peykên Îranê ji binkeya esmanî ya Vostoçniyê li Rûsyayê bi bikaranîna keştiya soyuz a Rûsî hatin avêtin.

Serokê Rêxistina Fezayê got: Îran di warê fezayê de bi saya şiyana xwe ya di dîzaynkirin û çêkirina hevdemî satelaytan, avêtineran û jêrxana pêwîst ji bo wergirtin û hilanîna daneyan di nav 10 heta 11 welatên serekî yên cîhanê de cih digire.

………….

Dawiya peyam

Etiket

satelayt

Îran

Sayuz

Rûsya

Your Comment

You are replying to: .
captcha