Li gor rapora Ajansa Nûçeyên Ehl-ul Beyt (s.x) – ABNA –Hukûmeta Amerîkayê fîşarên pir giran li ser hukûmeta derbasî ya Venezûelayê anîye da ku hemû awayên hevkariyê bi Rûsya, Çîn, Îran û Kuba re rawestîne.
Karmendek Amerîkî bi malpera Axios re got ku Waşington daxwaza rakirina hemû kesên ku bi casûsî an jî girêdan bi dezgehên îstîxbaratî yên van welatan têne guman kirin dike.
Wî diyar kir ku ev gav karmendên dîplomatîk ên fermî tê de nagire û beşek e ji hewlên nû yên Amerîkayê ji bo bi zorê sepandina daxwazên xwe li welatê nêftxiz Venezûelayê.
Donald Trump hişyarî da ku heke Delcy Rodríguez, seroka hukûmeta derbasî ya Venezûelayê, ji bicîhkirina fermanên Waşingtonê xwe dûr bigire, dibe ku operasyonek leşkerî ya duyemîn li vî welatî were destpêkirin.
Trump roja Sêşemê ragihand ku hukûmeta derbasî ya Venezûelayê dê di navbera 30 heta 50 milyon varîl(barmîl) nêftê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re radest bike. Wî zêde kir ku nêfta ku di bin cezayan de ye bi bihayê bazarê tê firotin û kontrola dahatên wê dê di destê Amerîkayê de be, da ku bi gotina wî, ji bo Venezûela û Amerîkayê were bikaranîn.
Her weha, tê çaverê kirin ku Trump roja Înê bi şirketên nêftê re civînê bike.
Di aliyek din de, Marco Rubio, wezîrê derve yê Amerîkayê, roja Yekşemê îşaret kir ku Waşington dixwaze cezayên nêftê li dijî Venezûelayê bisepîne da ku rêberên nû yên vê welatê bi armancên hukûmeta Amerîkayê zor bike; gava ku di dawiyê de dê desthilata zêdetir ji bo Waşingtonê di rêvebirina çavkaniyên mezin ên nêfta xam ya Venezûelayê de çêbike.
……………………
Dawiya peyam /
Etîket / Nîşanên nûçe:
- Mudaxeleya leşkerî ya Amerîkayê li Venezûelayê
- Delcy Rodríguez
- Donald Trump
- Nêft
- Amrîka-Tiromp-Hov-
Your Comment