Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Lêpirsîna Dadweriyê ragihand: “Îrfan Şekûrzade” ji ber sûcê hevkariya bi Servîsa Îstîxbarata Amerîka û Servîsa Sîxûriyê ya MOSSADê re hat bidarve kirin.
Îrfan Şekûrzade, kurê Cafer, ji ber sûcê hevkariya bi Servîsa Îstîxbarata Amerîka û Servîsa Sîxûriyê ya MOSSADê re hat bidarve kirin.
Li gorî naveroka doza wî, navborî wekî projeyek û li gorî pisporiya xwe, hatiye xebitandin ji bo yek ji saziyên zanistî yên welêt ku di warê satelîtê de dixebitî.
Gava ku ew bi saziya girîng a zanistî ya welêt re hevkar bû, wî dest bi têkiliya bi servîsên sîxuriya dijmin, di nav de CIA û bi taybetî jî Servîsa Îstîxbarata-Terorîst a MOSSADê kir.
Navborî sê caran hewl da ku bi servîsên îstîxbarata dijmin re têkilî dayne; qonaxa yekem û sêyemîn bi MOSSADê re bû, û qonaxa duyemîn jî bi CIA re bû.
Li gorî bendên doza wî, navborî bi zanabûn û bi dilê xwe bi Servîsa Sîxuriya Amerîka CIA û MOSSADê re têkilî danîbû û agahiyên di destê wî de ji ajanên dijmin re ragihandibû.
Agahiyên ku navborî hewl da wan bide servîsên dijmin, bênirx bûn.
Di qonaxên destpêkê yên danîna têkilî de, Îrfan Şekûrzade piştî dagirtina forma hevkariyê bi MOSSADê re, bi rêya e-nameyê agahiyan bi servîsê re danûstandin kir; agahiyên destpêkê yên wekî nasnameya kesane û malbatî, cihê kar, celebê gihîştinê, mîsyon û erkên sazûmanî ku wî tê de dixebitî, hwd.
Piştî demeke dirêj, kesekî din bi rêya tora civakî LinkedIn bi Şekûrzade re têkilî danî û got ku ew ji Kurdên ku li Kanada dijîn û résuméya wî ditiye.
Ev kes, ku bi rastî jî efserê MOSSADê bû, ji Şekûrzade re pêşniyara beşdarbûna projeyên dolare yên derveyî welêt kir.
Şekûrzade di vê demê de bi rêya WhatsApp û platforma Google de pêwendiyên dengî bi efserê MOSSADê re domand û agahî ji efserê servîsê re şandin.
Navborî hemî çalakiyên xwe yên di şirketa xwe de, nasname û agahiyên têkildarî pargîdaniyê di warê projeyên satelîtê de, ji servîsê re şandin û li hemberî wê jî wekî xelat krîpto pere wergirtin.
Piştî têkiliya bi MOSSADê re, Şekûrzade hewl da ku bi Servîsa Îstîxbarata Amerîka CIA re têkilî dayne.
Her çend dema têkiliya Şekûrzade bi CIA re kurt bû, lê di vê demê de jî wî hewl da ku agahiyan bide servîsa sîxuriya Amerîka.
Di belgeyên ku ji e-melên wî yên bi ajanê servîsa CIA re hatine dîtin, wî ji wan xwest ku derfeta vîzaya Amerîka û xwendinê li wê welatî ji bo wî peyda bikin.
Navborî bi serdana malpera CIAê agahiyên kesane û yên têkildarî pisporiya xwe têkevin û daxwaza xwe ya ji bo danîna têkiliyê ragihand. CIA piştî 10 rojan bersiva daxwaza navborî bi rêya Gmailê û bi dayîna kodê qebûl kirinê ragihand.
Têkilî bi servîsê re berdewam bû û servîsê pêdivî û pirsa xwe diyar kir û navborî bersiv da.
Li gorî îtirafên navborî, têkiliya bi CIA re ji ber hêdîbûnê û hin astengên têkiliyê demeke dirêj dom nekir.
Li gorî gotina Şekûrzade, efserê CIA di sohbetê de ji min pirsî daxwaza min çi ye, min jî got pasaporta Amerîka û pere; ew jî li dûv wê got eger agahiyên te hebin bişîne ezê te xelat bikim.
Di heman demê de berî bidawîhatina têkiliya bi CIA re, Şekûrzade bi MOSSADê re têkilî danî û daxwaza hevkariyeke nû kir.
Di vê qonaxê de kesekî bi navê RON têkiliya xwe bi navborî re dest pê kir. Dûv re ew bi “Alex” ve girêdan. Alex tekez kir ku divê bi tu servîseke din re têkilî daneli; lê Şekûrzade di heman demê de bi CIA re jî têkildar bû.
Beşek ji hevkariyên berfireh ên Şekûrzade û MOSSADê: Lîste, nasname û hejmara telefonê ya karmendan ligel berpirsiyariya wan, nav û nasnameya telefonê ya berpirsê projeya navborî, agahî ji pozîsyonên kar û projeyên nû, agahî ji projeyên dihatin lidarxistin, rêgirtina armanckirî ya navborî ji bo hevkariyê bi saziya ku tê de dixebitî û bidestxistina agahiyan ji projeyan, agahî ji her daxwaza hevkariyê ya karmendan bi servîsê re, rêbazên komkirina belge û agahiyan, bidestxistina agahiyan bi rêya sohbetê ligel kesan, kişandina wêneyên hawîrdorê û hwd.
Di yek ji qonaxên têkiliyê de, efserê MOSSAD ji navborî xwest ku ji bo çalakdarkirina WhatsAppê li ser telefona nû, bikeve pey xwedîderketina karta SIMeke Îranî ya bê navnîşan; lê navborî got ku ew nikare wê bi dest bixe. Ji ber vê yekê, efser jimareyek biyanî ji bo wî amade kir û bi çalakdarkirina WhatsAppê ew danî ber destê navborî. Ji bilî jimara biyanî, efser e-maileke nû li ser telefona kirînê çalak kir û kontrola wê di destê xwe de girt.
Di dema hevkariya Şekûrzade bi MOSSADê re, ew ji efserê xwe re ragihand ku ew ji bo kirina hevpeyvînek ewlehiyê hatine vexwendin.
…………………
Dawiya peyamê /
Nîşanên
Îrfan Şekûrzade
Darvekirin
Sîxûrê MOSSADê
Sîxûrê CIA
Lêpirsîna Dadweriyê
"Îrfan Şekûrzade" bi tawanbariya hevkariya bi servîsa istixbaratê ya Amerîkayê û servîsa sîxuriyê ya Mossadê ve hate darvekirin.
Your Comment