12 May 2026 - 11:44
Source: Tasnim News
Ji ber şerê li dijî Îranê, lêçûna sotemeniyê ya Amerîkayê dê 37 milyar dolar zêde bibe

Xerca şerê li dijî Îranê di sektora enerjiyê de 37.5 milyar dolar ji Amerîkiyan re bûye sedema windakirina wê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA— Lêkolînek ji Zanîngeha Brown a Dewletên Yekbûyî destnîşan dike ku şerê Amerîka û rejîmê Siyonîst li dijî Îranê zêdeyî 37 milyar û 500 milyon dolar lêçûnên enerjiyê li ser milê Amerîkîyan bar kiriye.
Hejmêra "Çavdêriya lêçûnên enerjiyê yên şerê li dijî Îranê" ya ku ji aliyê "Saziya Karûbarên Giştî û Navneteweyî ya Watson" a Zanîngeha Brownê ve hatiye destpêkirin û van lêçûnan di her kêlîkê de texmîn dike, diyar dike ku ev şer ji 28ê Sibatê (9ê Esfendê) vir ve lêçûnên enerjiyê yên Amerîkîyan zêdeyî 37 milyar û 500 milyon dolar zêde kiriye.
Lêçûna rojane yek milyar dolarî tenê di warê leşkerî de
Lêkolînên li ser lêçûnên leşkerî yên şerê Amerîka û rejîmê Siyonîst li dijî Îranê destnîşan kir ku tenê di warê leşkerî de, Amerîkîyan rojane 1 milyar dolar lêçûn kirine.
Tecrûbeya şerê dawî nîşan dide ku destpêkirina dîsa her operasyoneke leşkerî li dijî Îranê, dikare ji bo Waşingtonê bibe yek ji şerên herî bihayê dîroka nûjen; şerekî ku lêçûnên rasterast û ne-rasterast ên wê tenê di beşa leşkerî de, rojane bi milyaran dolarî ye.
Pisporên leşkerî bawer dikin ku firehiya erdnîgarî ya Îranê, hêza mûşekan, kûrahiya stratejîk a herêmî û hestiyariya rêyên enerjiyê dibe sedema ku her pevçûneke muhtemel, wêdetir ji operasyoneke leşkerî ya sinorkirî be û zû bi zû bibe qeyrana xwerûk û pir bihayê.
Lêçûnên girîng ên warê leşkerî
Beşeke girîng a lêçûnên şer, bi cihkirina keştiyên firokeyên giran, firokeyên şer, pergalên parastinê, balafirên bêmirov û hezaran leşkerên li herêmê ye. Tenê lênihêrîn û operasyona rojane ya keştiyeke firokeyên giran a Amerîkî bi dehan milyon dolar lêçûn dixwaze.
Ji bilî vê, bikaranîna domdar a mûşekên dûr, bombeyên rêberî, dabînkirina sotemeniyê ya bi hewayî û operasyonên sîxuriyê, lêçûnên operasyonel bi awayekî zêdeyî bilind dike. Di rewşeke wiha de, tenê çend hefte pevçûn dikare ji bo Amerîkayê dehan milyar dolar barê aborî çêbike.
Qeyrana(Krîza) enerjiyê û lêçûna ku li ser aboriya cîhanê tê barkirin
Aliyekî din ê vê pevçûnê, bandora wê ya rasterast li ser bazara enerjiyê ya cîhanê ye. Her bêewlehiyek li Kendava Farsê û Tengava Hirmizê dikare bibe sedema bilindbûneke tûj a bihayê neft û gazê; meseleke ku ne tenê aboriya Amerîkayê, lê aboriya hevalbendên rojavayî jî dike bin zextê.
Zêdebûna bihayê enerjiyê tê wateya zêdebûna enflasyonê, zêdebûna lêçûnên veguhastinê, bilindbûna bihayê malên bingehîn û zêdebûna zexta jiyanê li ser miletê welatên cihê. Ev mesela bi xwe dikare ji bo dewleta Amerîkayê lêçûneke siyasî ya giran çêbike.
Zext li ser budceyê û zêdebûna deynê Amerîkayê
Aboriya Amerîkayê di salên dawî de rûbirûyê deynê giran yê hukumeta federal, kêmasî budceya kronîk û zexta enflasyonê bûye. Destpêkirina şerekî nû yê fireh li Rojavayê Asyayê dikare milyaran dolar lêçûna zêde li budceya leşkerî ya Amerîkayê barke.
Tecrûbeya şerên Iraq û Efxanistanê destnîşan kir ku lêçûna rastîn a şeran bi tenê bi budceya leşkerî sinordar nabe; lê lêçûna dermankirina hêzên leşkerî, veavakirina alavên şer, piştgiriya hevalbendên herêmî û encamên aborî yên ji ber bêîstîkrarê jî bi salan didomin.
Bazarên darayî di rewşa hişyariyê de
Di heman demê de ku îhtîmala pevçûnê zêde dibe, bazarên darayî yên cîhanê jî bertekên neyînî nîşan didin. Ketina pîşesaziya borsayê, zêdebûna bihayê zêr, revîna sermiyan ber bi bazarên ewle û kêmbûna nirxa hin diravan ji encamên xwezayî yên qeyranên jeopolîtîk ên mezin in.
Veberhênerên navneteweyî bi gelemperî di rewşa şer de ji bazarên xeterdar derdikevin û ev mesela bi xwe dikare bibe sedema rawestanê di sektorên cihêreng ên aborî de.
Şerekî bi serketina aborî tune
Gelek analîstan bawer dikin ku tevî rûdana pevçûnê jî, lêçûnên aborî û ewlehiyê wê bi qasî ku fireh bin, ku tu alî nikaribin serketiyê rastîn ê aborî yê şer bin. Tecrûbeya du dehsalan a şerê Amerîkayê li herêmê jî destnîşan kiriye ku pevçûnên xwerûk, ji bilî lêçûnên giran ên darayî, dikare bibe sedema kêmbûna popûlarîteya siyasî ya hukûmetan û zêdebûna nepejirandina navxweyî.
Di rewşeke wiha de, her tansiyoneke leşkerî li dijî Îranê ne tenê qeyraneke ewlehiyê, lê di heman demê de şokeke mezin ji bo aboriya cîhanê, bazara enerjiyê û aramiya darayî ya navneteweyî wê be.
……………
Dûmahîya Nûçayî/
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha