14 May 2026 - 01:05
Source: Roj News
Îranê ji DYA’yê re got, alternatîf nîne divê daxwazna qebûl bikin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalibaf, diyar kir ku ger pêşniyarên wan kiriye ji hêla DYA’yê ve neyên qebûlkirin, ewê danûstandinên ji bo bidawîkirina şer mayînde nebin.
Mihemed Baqir Qalibaf, li ser hesabê xwe yê X’yê, diyar kir ku ji bilî qebûlkirina pêşniyara 14 xalî ku mafên gelê Îranê dihewîne, tu alternatîfek din tuneye.
Qalibaf, her wiha aliyê DYE’yê hedef girt û got ku ger danûstandin dirêj bibin, raya giştî ya Emerîkayê dê bandor bibe.
Ev daxuyanî piştî ku Serokê DYE’yê Donald Trump pêşniyara Îranê red kir, hatin. Trump agirbestê şibihandibû ‘nexweşek ku şansê wî yê jiyanê kêm e.’
Di vê navberê de, Îranê diyar kir ku ew amade ne ku bersivê bidin êrîşên ji nû ve destpê bikin.
Têkildarê pêniyaran daxuyaniyek fermî nîne, lê li gorî hin çapemeniyan, xalên sereke yên rojevê di hevdîtinên di navbera aliyan de bidawîanîna şer û bernameya nukleerî ne. Îran, daxwaza bidawîanîna şerê li herêmê di nav de li Libnan jî heyî, rakirina dorpêça Emerîkayê li ser benderên Îranê û rakirina astengiyên li ser hebûnên cemidî yên Îranê dike.
Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Îbrahîm Rizayî, got ku ger êrîşek nû dest pê bike, ew ê dewlemendkirina uranyûmê heta ji sedî 90’î binirxînin.
Stokên uranyumê yên Îranê yek ji mijarên herî krîtîk di danûstandinên berdewam ên bi Emerîkayê re ne. DYA’yê dixwaze ku stok ji welêt werin rakirin, lê Îran red dike.
……………
Dumahiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha