14 May 2026 - 12:01
Source: Mehr News
Ereqçî: Hevkariya bi rejîma Îsraîlê re nayê efûkirin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, di peyamekê de ku li ser rûpela xwe ya li yek ji torên civakî belav kiriye û li hemberî gotinên dawî yên Netanyahû nivîsiye: "Hevbendî û hevkariya bi rejîma Israîlê re nayê lêborîn."

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) ABNA Seyîd Ebas Ereqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, di peyamekê ku li ser rûpela xwe ya li yek ji torên civakî belav kiriye û di bersiva gotinên dawî yên Netanyahû de, nivîsiye: "Hevkariya bi rejîma Israîlê re nayê lêborîn."

Wî her wiha got: "Niha Netanyahû bi eşkere tiştên ku saziyên ewlehiyê yên Îranê bi rêberiya me ji dî ve ragihandibûn, dibêje."

Ereqçî destnîşan kir: "Dijminatiya bi neteweya mezin a Îranê re qumarê bêaqilan e û hevkariya bi Israîlê re di wê rêgezê de cihê lêborînê nine."

Wî her wiha got: "Ewên ku di hevpeymaniya bi Israîlê re ji bo afirandina dubeşî û nakokiyê rol heye, divê lêpirsîn bê kirin."

……………

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha