Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X) – ABNA – Encamên şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê êdî ne tenê bi bazara neft û sotemeniyê ve sinordar nebûne, lê belê qeyran gihîştiye beşa tamîr û lênihêrîna otomobîlê û rûnên pîşesaziyê li Amerîkayê jî.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Bloomberg, kêmasiya rûnê motorê li Amerîkayê û zêdebûna bihayê wî ya giran di encama têkçûna zincîreyên peydakirinê ji Rojhilata Navîn de zêde dibe.
Bazara rûnên bingehîn ên koma sêyemîn – madeya xav a sereke ya ku di hilberîna rûnên motorên nûjen ên otomobîlê de tê bikaranîn – li Amerîkayê rûbirûyê kêmasiyeke zêde bûye û hişyariyên li ser belavbûna qeyranê di hefteyên pêş de hatine derxistin.
«Maîkîl Romor» rêveberê beşa kirînê ya pargîdaniya «Lobînêt» a çalak li warê bazirganî û hilberîna rûnê otomobîlê li Nû Yorka Amerîkayê, ragihand ku bihayê rûnên xwedî standarda «Deksos» heta 5 dolaran her galon (nêzîkî 3.7 kîlogram) zêde bûye ku ev jî hejmarekî wekhevî nêzîkî 1.35 dolaran her lître ye.
Romor di axaftina xwe bi Bloombergê re got: Ev zêdebûna bihayê, pir mezin e. Biha ne bi awayekî tedrîcî zêde bûn, lê belê ji nişka ve hilfiriyan.
Wî herwiha destnîşan kir ku dema radestkirina rûnên pêwîst li Amerîkayê niha bi kêmî ve pênc hefte ye, lê berî destpêkirina şerê li dijî Îranê ev dem nêzîkî 10 roj bû. Ev mijar di rewşekê de rû dide ku bandorên têkçûna bazara enerjiyê ya cîhanî bi tedrîcî belavî beşên veguhastinê, tamîrkirinê û pîşesaziyên cuda yên aboriya Amerîkayê dibin.

«Hollî Alfano» rêvebera giştî ya Komeleya Hilberînerên Serbixwe yên Rûnê Amerîkayê di hevpeyivîna xwe bi Bloombergê re got ku ev welat nêzîkî ji sedî 44 ê hewcedariya xwe ya vî cureyê rûnan ji Rojhilata Navîn vedixe.
Wê zêde kir: Ev destpêka meseleyê ye û kêmbûna peydakirinê, nêzîk e. Pevakirina mîqdarên têr ên vê hilberînê heta meha Hezîranê wê bibe dijwariyeke cidî.
Zirara tesîsên hilberînê
Tesîsên «Perl JTL» yên xwedî yên pargîdaniya «Şel» li Qeterê ku yek ji mezintirîn peydakerên vî cureyê rûnê li cîhanê tê hesibandin, di dema êrişên ku bajarê pîşesaziyê yê Re's Lafan li bakurê Qeterê di 18ê Adara borî de kir hedef, zirar dît.
Li gorî rapora Bloombergê, pargîdaniya Şel ragihandiye ku tamîrkirina beşên ji vê kompleksa enerjiyê dibe ku nêzîkî salekê wext bigire, mijara ku fikarên li ser berdewamiya têkçûna zincîreya peydakirinê zêde kiriye.

Zextên ducar
Qeyran ne tenê bi peydakerên herêma Kendava Farsê ve sinordar e. Hollî Alfano rave kir ku şerê li dijî Îranê herwiha hilberîn û derasaratkirina rûnên bingehîn li Koreya Başûr jî têk birîye; welatê ku yek ji peydakerên sereke yê bazara Amerîkayê tê hesibandin.
Wekî din, qeyrana gazoyê bûye sedem ku rafineriyên Amerîkayê hilberîna sotemeniyê bikin pêşeng û ji hilberîna rûnên pîşesaziyê kêmtir bala xwe bidin; ew jî di rewşeke ku rezervên gazoyê yên Amerîkayê gihîştine asta xwe ya herî nizm di zêdeyî du dehsalên dawî de.
Di nameyeke ku Komeleya Hilberînerên Serbixwe yên Rûnê Amerîkayê di meha Adarê de ji «Krîs Rait» Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê re şand, hatiye nivîsîn ku têkçûna zincîreyên peydakirinê bûye sedema zêdebûnên acîl û yên pirjimar ên bihayê rûnên bingehîn û hin hilberîneran jî hilberên xwe ji bazarê derxistine an jî sînorkirin ji bo kiryaran bicîh anîne.
Hilfirina bihayê
Enstîtuya Petrolê ya Amerîkayê ji bo kêmkirina zexta qeyranê, beşek ji standardên teknîkî yên bi rûnan re têkildar nerm kiriye, lê ev mijar di derbarê rûnên «Deksos» de yên ku ji bo piraniya otomobîlên pargîdaniya «General Motors» hewce ne, hê jî tevlihev maye.
Li gorî daxuyaniya Komeleya Hilberîneran, çêker nikarin bi hêsanî rûnên bingehîn ên koma sêyemîn di hilberên «Deksos» de biguherînin; ji ber ku kirina vî karî hewceyî wergirtina erêkirinên cihêreng e û wekî din, xetera betalkirina destûrên têkildar heye.
..................................
Dawiya peyamê/
Etîket:
Amerîka, Îran, Şerê li dijî Îranê, Encamên aborî yên şerê li dijî Îranê, Zêdebûna bihayê rûnê motorê
Your Comment