Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Senendec – Mamosta Seyîd Ihsên Huseynî di xutbeyên nimêja Înê ya Mizgefta Cami’ ya Senendecê de, bi destnîşankirina fezîleta deh rojên pêşîn ên meha Zîlhicce, got: Li gorî hînkirinên Qur'anî, ev roj xwedî pile û cihekî biqîmet û bipirbêratî ne û kiryarên îbadetê yên wek nimêj, rojî û qencîkirinê di van rojan de xelat û şînhatiyeke pir mezin heye.**
Wî bi diyarkirina ku roja Erefe û Cejna Qurbanê ji rojên mezin û bifezîleta îslamî ne, lê zêde kir: Rojîgirtin, qenciyê li hewcedaran kirin û alîkariya belengazan di deh rojên pêşîn ên Zîlhicce de li bal Xwedê teala xelat û şînhatiyeke bi çend qat zêde heye.
Îmamê demkî yê Înê yê Senendecê(Sina) herwiha amadebûna fireh a gel li Meydana Azadiyê û dîmenên piştevaniya ji Eniya Berxwedanê wek nîşana berxwedana miletê Îranê li hemberî dijminan nirxand û diyar kir: Amadebûna gel li meydanê, tevgereke li ser riya parastina nirxên îslamî û dijberîya bi Eniya Stemkarî ye.
Mamosta Huseynî bi şermezarkirina kiryarên Amerîka û rejîma siyonîst, eşkere kir: Dijminên Îslamê careke din xweciha xwe ya xerab û dijî mirovahiyê nîşan dane û miletê Îranê dê hertim li kêleka bindestan û Eniya Berxwedanê bimîne.
Wî bi destnîşankirina gotinên Rêberê Giranqedrê Şoreşa Îslamî, domand: Di bûyera her êrişeke nû de ji aliyê dijmin ve, bersîva Komara Îslamî ya Îranê dê biryardar û ji ya berê giran-tir be.
Xetîbê Îmamê demkî yê Înê yê Senendecê di beşeke din ê axaftina xwe de destnîşanî pirsgirêkên aborî, enflasyon û buhayên bilind kir û got: Berpirs divê bi hêz bazaran birêve bibin û astengî li ber zexîre kirina mal û sûîstîmalkirina hin fersendxwazan bigirin.
Wî bi navnîşankirina bazirgan û dikandar re lê zêde kir: Zexîre kirin, zêde firotin û xiyaneta gel heram e û divê bazirgan bi dadmendî, ewletî û xizmeta dilpakî, rola xwe ya bibandor li aramiya bazarê û piştevanîya jiyana gel bilîzin.
Mamosta Huseynî di dawiyê de bîr aniye: Bazirganên dilsoz hertim piştvanê aboriyê û baweriya giştî bûne û tê hêvîkirin ku di rewşa heyî de ji ya borî zêdetir li kêleka gel û çînên qels ên civakê bin.
……………..
Dawiya Peyam/
Your Comment