Li gorî Ajansa Nûçeyan a Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Serokê Parlamentoya Îranê ragihand ku niha Tengava Hurmuzê bi temamî di bin kontrola Îranê de ye û ji aliyê Îranê ve tê birêvebirin.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf derbarê rewşa Tengava Hurmuzê û danûstandinên wan ên li gel Amerîkayê, ji bo medyayên welatê xwe axivî.
Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku niha Tengava Hurmuzê bi temamî di bin kontrola Îranê de ye û ji aliyê Îranê ve tê birêvebirin. Her wiha kontrolkirina rewşa vê tengavê êdî venagere bo serdema şer û tevgera keştiyan jî di bin çavdêriyê de ye.
Derbarê rewşa keştiyên di nav tengavê de jî Qalîbav wî diyar kir ku li tengavê xeteke telefonê heye daku ew keştiyên ku hest bi astengiyê dikin peywendiyê bi wan re deynin, da ku bi ewle derbas bibin.
Derbarê danûstandinên wan ên li gel Amerîkayê dejî Qalîbaf got; “Me ji Amerîkayê re ragihand ku em qet di bin gef û zextan de danûstandin û gotûbêjan nakin.”
Your Comment