Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Desteya Giştî ya Geştyariyê ya ser bi Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê, bi daxuyaniyê ragihand ku hejmarek gundên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo pêşbirka navneteweyî ya 100 Gundên Geştyariyê yên Herî Baş ên Cîhanê, hatine destnîşankirin.
ev pêngav wekî destpêkeke nû ji bo nasandina sirişt û mîrata herêmê li ser asta navdewletî tê dîtin.
Berdevk û Rêveberê Gitî yê Têkiliyên Desteya Geştyariyê ya ser bi Wezareta Rewşebîrî ya Iraqê Elî Yasîn, li ser namzetbûna hejmarek gundên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo pêşbiryar gundên herî baş yên ji bo geştyariyê ya cîhanî, agahiyan ji medya Iraqê re ragihand.
Elî Yasîn diyar kir ku komîteyên pispor saleke giştî bi nirxandina gundan ve xerîk bûn û ev nirxandin li gorî 70 pîvanên hûr yên Rêxistina Geştyarî ya Cîhanî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî hatin kirin.
Her wiha Elî Yasîn da zanîn ku gundên ji bo beşdarbûna pêşbirkê hatine diyarkirin, dikevin sînorê parêzgehên Helebce, Hewlêr û Dihok ên Herêma Kurdistanê, her wiha li herêmên din ên Iraqê jî hejmarek ji gundên li sînorê parêzgeha Mûsil û gundê Ebû Subet li parêzgeha Zîqarê hatine destnîşankirin.
Li gorî Elî Yasîn ragihandî pîvanên sereke yên pêşbirkê ku nirxandin li ser gundan hatine kirin ji geşepêdana hişyariya jîngehî, parastina xwezayê, girîngîdayîna civaka navxweyî bi pîşeyên destî, kevneşopî, mîrat û folklorê pêk tên ku li ser prensîba berdewamiyê di bikaranîna çavkaniyan de hatine avakirin.
Elî Yasîn got: “Armanca sereke ne tenê beşdarbûn û serkeftina pêşbirkê ye, her wiha guhertina nêrîna civakê ya li hemberî geştyariyê û parastina jîngehê di çarçoveya guherîna avhewayê de ye. Pêşxistina geştyariya jîngehî di gundan de nayê wateya qîr kirina rêyan an avakirina otêlên mezin, armanc çêkirina jîngeh û derdorên keskahiye ku li gel jîngeha resen a gundan guncaw be. Ji bo vê armancê, Rêxistina Geştyarî ya Cîhanî (160 welatan digire nava xwe) alîkariya Iraqê dike da ku karmendên navxweyî li ser ‘geştyariya berpirsiyarane’ perwerde bike. Bi taybetî di warê zêdekirina rûberên kesk, bikaranîna bi aqil a çavkaniyên avê û rûbirûbûna guherîna avhewayê de.”
Berpirsên kerta geştyariyê hêvîdarin ku ev pêşbirk li ser asta cîhanî bibe wesîleya naskirina navê van gundan û kerta geştyariyê li Iraqê ji yek curên wekî şûnwarî yan olî ber bi kertek ya berhemdar û bandorker ve biguhere. Da ku tê de geştyariya jîngehî, çiyagerî, kevneşopî û çand bi hev re werin têkelkirin. Di dawiyê de hat destnîşankirin ku mezintirîn astengiya niha, berfirehkirina hişyariya civaka navxweyî û vekişîna kerta taybet a li nav vê pêvajoyê ye.
Your Comment