Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA-Di rêze dosyeya me ya têkildarî têkoşîn û xebata jinan a li seranserî cîhanê de, emê di vê beşê de jî qala dîroka têkoşîna jinên Efxanistanê ya li dijî polîtîkayên Talîbanê û pêşengiya jinan a di xebata wekhevî, azadî û şikandina çanda baviksalarî de bikin.
Dîroka xebata jinan a ji bo mafên qanûnî û civakî
Di sala 1920’an de, hevjîna Şah Emanûllah Xan Melîke Sureya, bû piştgireke sereke ya mafên jinan. Wê bi damezirandina kovareke taybet a jinan û yekemîn rêxistina bi navê Encumena Piştgiriya Neswan, pêşveçûna xwendina keçan dabîn kir. Bi avêtina serpêşa xwe bi awayekî eşkere, li dijî pergala baviksalarî ya eşîrtî serî hilda û qanûna qedexekirina zewaca bi zorê ya zarokan ragihand. Di sala 1946’an de jî, Melîke Humeyra piştgiriya geşepêdana xwendina bilind û beşdariya jinan di saziyên fermî de kir, derketina wê ya bê serpoş di merasîmeke leşkerî de, wekî sembola piştgiriya dewletê ya ji bo reformên civakî hat naskirin.
Qanûna bingehîn a sala 1964’an wekî destkeftiyeke mezin dihat hesibandin ku tê de jinan mafê dengdanê û beşdariya di hilbijartinan de bi dest xistin. Di navbera salên 1977 û 1992’an de, Komeleya Şoreşgerî ya Jinên Efxanistanê (RAWA) û Encumena Jinên Efxanistanê hatin damezirandin. Di vê qonaxê de 7 hezar jin li zanîngehan, 230 hezar keç di dibistanan de û 22 hezar jin jî wekî mamoste çalak bûn. Piştre di navbera salên 2001 heta 2021’an de, rêjeya xwendina keçan ji sedan 10’an derket ser sedan 40’î, her wiha ji sedan 27’ê kursiyên parlamentoyê ji bo jinan hatin veqetandin û qanûna li dijî şîdetê hat derxistin. Lê piştî vegera çekdarên Talîbanê di Tebaxa 2021’an de, piraniya van destkeftiyan ji dest derket.
Pergala cudakariya zayendî û astengiyên sereke
Talîbanê piştî vegera xwe, zêdetirî 100 fermanên tund ji bo sînordarkirina jinan derxistin. Hinek ji wan hîcaba bi zorê ferz kir, deriyên dibistan û zanîngehan li pêşiya keçan girtin û nêzîkî 1.4 mîlyon keç ji xwendinê bêpar kirin. Ji ber krîzan û belavbûna hejariyê di nav malbatab de, diyardeya ‘kirîn û firotina’ keçên zarok ji bo zewaca temenê biçûk de zêde bû. Di heman demê de, li gorî raporên navneteweyî, bi sedan jin ji aliyê çekdarên Talîbanê ve hatine êşkencekirin, girtin û hatine tecawîzkirin.
Nexşeya nû ya rêxistinan û şêwazê berxwedanê
Beriya niha bi sedan rêxistinên jinan çalak bûn, lê niha piraniya wan neçar mane ku biçin derveyî welat û ji wê derê ve berdewamiyê bidin xebatên xwe. Rêxistina Jinan a ji bo Jinên Efxan, Tora Vital Voices, Rêxistina Aştî û Azadiya Jinên Efxanistanê hinek ji wan rêxistinanin. Li gel vê yekê jî, Neteweyên Yekbûyî di hundirê welat de bi rêya nêzîkî 200 komên veşartî alîkariyê digihîne jinan.
Jinan şêwazê têkoşîna xwe guhertine bi berxwedana bêdeng. Ev têkoşîn pişta xwe dispêre teknolojî û amûrên çandî û bûye hêviya nû ya jiyanê. Her wiha, mamoste bi vekirina dibistanên veşartî di malên xwe de keçan fêrî xwendinê dikin û jin jî bi karên destan û hunerên navmalê debara malbata xwe dabîn dikin.
Îro têkoşîna jinên Efxanistanê berdewame û nîşan dide ku rejîmên herî tundrew jî di pêşiya vîna jinan de neçarî paşvekişandinê dibin. Ji ber ku pêkanîna dadperweriyê bi awayekî rasterast girêdayî azadî û rûmeta mirovî ya jinane.
.
Your Comment