28 June 2026 - 23:52
Source: Sahar TV
Artêşa Sûdanê derbarê komeleyeke siyonîstî hişyarî da

Serokê Erkantîya Artêşa Sûdanê hişyarî da: ``Sûdan rastî komeleyeke siyonîstî hatiye ku ji bo têkbirina ewlehî û îstiqrara gel hewil dide.``

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Yasir Evdirrehman El Eta ragihand: ``Em xwedî plan û alavên pêwîst in, bi awayekî ku em piştrast in dê bi ser bikevin. Em ê hemû axa Kurdofan û Darfûrê paqij bikin.``Endamê Konseya Hikumdariyê ya Sûdanê di dewamê da got: ``Em dijminê xwe baş nas dikin. Em bi pençeyên şerrûtiyekê ra şerr dikin ku di çarçoveya endamên nihênî û veşartî yên Siyonîzma Cîhanî da di şeklê Rejîma Sîyonîst da xuya bûne.``Wî tevî amajeya bi ``dewleteke nefretlêkirî`` got ku ew heman kes in ku ``hemû van pîlanan dadirêjin.``Wî qala ``kesên veşartî yên li pişt perdeyê`` kir ku ji bo ``têkbirina ewlehî û îstiqrara gelê Sûdanê`` dixebitin.

Your Comment

You are replying to: .
captcha