Li gorî rapora Ajansa Navneteweyî ya Ehlê Beyt (AS) – ABNA – Barzanî di pişkek ji vê peyamê de ragihand ku bûyera Aşûrayê hîna jî pêbendiya li nirxên mirovî û exlaqî bi bîr dixe herwiha pêwîstiya sekinîna li hember bêedaletiyê û berevaniya ji rastiyê tîne bîra me.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê herwiha amajeyî peyam û dersên Aşûrayê kir û li ser girîngiya sozdariya li nirxên edalet û hedarê pêgrî kir û got divê li rex wê ji bo xurtkirina yekrêzî û berfirehkirina çanda gotûbêjê ji bo çareserkirina nakokiyan hewl were dayîn.
Wî herwiha got ku parastina yekbûn, xurtkirina ewlehî û istiqrara welêt û serêxwegirtina daxwazên gel ji bo hebûna jiyaneka hêja û dahatiyeka baûtir, ji wan armancan in ku divê li dû van nirxan bên şopandin.
Serepeyv
HERÊMA KURDISTANA- NÊÇÎRVAN BARZANÎ
- AŞÛRA
Your Comment