29 June 2026 - 17:47
Source: Sahar TV
Nêçîrvan Barzanî: Peyama Aşûrayê hedar, edalet û gotûbêja ji bo derbasbûna ji nakokiyan e

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê di peyamekî de ya bi helkevtina Aşûrayê pêgîrî kir ku ev helkevtin nirxên hedar, îmandarî û fîdakariya Îmam Hisên(s) di rêya sekinîna li hember zilmê û parastina mafê bi bîr dixe û li ser pêwîstiya pêbendbûna li edalet, lihevkirin û gotûbêja ji bo çareserkirina nakokiyan pêgîriyê dike.

Li gorî rapora Ajansa Navneteweyî ya Ehlê Beyt (AS) – ABNA – Barzanî di pişkek ji vê peyamê de ragihand ku bûyera Aşûrayê hîna jî pêbendiya li nirxên mirovî û exlaqî bi bîr dixe herwiha pêwîstiya sekinîna li hember bêedaletiyê û berevaniya ji rastiyê tîne bîra me.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê herwiha amajeyî peyam û dersên Aşûrayê kir û li ser girîngiya sozdariya li nirxên edalet û hedarê pêgrî kir û got divê li rex wê ji bo xurtkirina yekrêzî û berfirehkirina çanda gotûbêjê ji bo çareserkirina nakokiyan hewl were dayîn.

Wî herwiha got ku parastina yekbûn, xurtkirina ewlehî û istiqrara welêt û serêxwegirtina daxwazên gel ji bo hebûna jiyaneka hêja û dahatiyeka baûtir, ji wan armancan in ku divê li dû van nirxan bên şopandin. 

Serepeyv

HERÊMA KURDISTANA- NÊÇÎRVAN BARZANÎ

-    AŞÛRA

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha