Li gorî rapora Ajansa Navneteweyî ya Ehlê Beyt (S.X) – ABNA – Hevdem digel nêzikbûna civîna serokên NATO`yê li Enqereyê, hevpeymaniya ``Na bo NATO`yê`` bi lidarxistina hin kombûnan li Enqere, Stenbol û Îzmîrê, xwest ku Tirkiye ji NATO`yê derkeve, binkeyên vê hevpeymaniyê bên girtin û girtî û zîndaniyên dosyeyên vê dawîyê bên azadkirin. Neraziyan dirûşmên wekî NATO ji Tirkiyê derkeve, Bila Binkeyên NATO`yê bên girtin û Amerîka ji Rojhilatê Navîn derkeve bilind kirin. Hevpeymaniya ``Na bo NATO`yê`` di dawîyê da ragihand ku nerazîbûn dê ne tenê li sê bajarên Enqere, Stenbol û Îzmîrê bimîne, lê di rojên pêş da li bajarên wekî Adana, Meletiye û Amedê û deverên din ên Tirkiyê jî berdewam bin. 225 kes ji neraziyên dijî lidarxistina civîna NATO`yê li Tirkiyê hatin desteserkirin ku 178 kes ji wan bi biryara dadgehê sewqî zîndanê hatine kirin.
Serepeyv-
Tirkiyê- NATO
Your Comment