Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — Di peyama Edmîralê Pasdar ‘Elî Uzamayî’ Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî da hatiye: “Rêberê Şehîd ê Ummetê, ew mêrê meydanên sebir û besîretê, ew qêrîna xurt a heq li hember bahoza batilê, ew çirayê ronî yê rênîşander di şevên tarî yên fitneyê da, niha li rex dilovanî û rehmeta Xwedayî hêwir û aram bûye; lê navê wî, bîra wî, rêya wî û xwîna wî ya paqij di canê vê ummetê da hertim dê zindî bimîne.”
Di dewama vê peyamê da hatiye: “Îro em xatir naxwazin; belkî em beyeteke nû bi armancên wî, bi qewata wî, bi bawerîya wî, û bi rêya ku ji sîngê wî heta asoyên geş ên pêşerojê dirêj dibe, girêdidin.”
Serepeyv
KOMARA ÎSLAMÎYA ÎRANÊ SIPAHA PASDARÊN ŞOREŞA ÎSLAMÎ
Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipahê: Tolhildana Xwedayî ji Amerîkaya Terorîst û Rejîma Nerewa ya Sîyonîstî ewqasî dûr nîne
Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipahê di peyamekê da nivîsiye: “Ez û hemî têkoşerên deryadil û mêrxas ên Hêza Deryayî ya Sipahê û parêzvanên Tengerêya Stratejîk a Hormizê, bi Xwedayê xwe ra peyman girêdidin ku bi şopandina ramana şehîdan, rêya Rêberê Şehîd ê Ummetê bi hêz û qewat bidomînin û me hêviya xurt û teqil heye ku tolhildana Xwedayî ji Amerîkaya Terorîst û Rejîma Nerewa ya Sîyonîstî ewqasî dûr nîne.”
Your Comment