11 July 2026 - 12:54
Source: kmr.abna24.com
Serfermandarê Hêzên Heşda Şebî: Gelê Iraqê hêjayî pêşwazîkirin, teşyî‘kirin û xatirxwestina bi rêzdarî ya ji bo rêberê şehîd ê Îranê bûn"

“Serfermandarê Hêzên Giştî ya Heşda Şe‘bî ya Iraqê tekez kir ku gelê Iraqê hêjayî pêşwazîkirin, teşyî‘kirin (oxirkirina cenaze) û xatirxwestina bi rêzdarî ya ji bo Ayetullah Xaminêyî, rêberê şehîd ê Îranê bûn.”

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA — Abdulazîz el-Mihamdawî, Serfermandarê HêzênGiştî ya Heşda Şe‘bî ya Iraqê, di daxuyaniyeke fermî de tekez kir ku gelê Iraqê bi beşdarbûna di merasîmên pêşwazîkirin û oxirkirina (teşyî‘a) cenazeyê Ayetullah Xaminêyî, rêberê şehîd ê Îranê, nîşan da ku xwedî helwesteke dîrokî û bi rûmet e.
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Iraqê (INA), El-Mihamdawî bal kişand ser rola gelê Iraqê û got: “Zarokên dilsoz û qehreman ên Iraqê, careke din rûmeta xwe ya neteweyî û olî nîşan dan. Di vê merasîmê de, hestên mêranî, wêrekî, mêvanperwerî û hevxemiya gelê Iraqê bi zelalî derketin holê.”
Wî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ev oxirkirin ne tenê bûyereke asayî bû, belkî wekî xatirxwestineke bi rûmet bû ji mêvanekî ku serdana bav û kalanê wan (Emîr el-Mu’minîn û Seyîd el-Şuhedayê) kiriye. El-Mihamdawî got: “Gelê Iraqê bi vê beşdarbûna girseyî dixwest peyameke bi wate bide û bibêje: ‘Ey kurê Resûlê Xwedê, me erkê xwe yê dînî û exlaqî bi cih anî’.”
Hêjayî gotinê ye ku li gorî daneyên Komîteya Rêxistina Merasîmê, zêdetirî 10 milyon welatiyên Iraqî di merasîma oxirkirina cenazeyê rêberê şehîd ê Îranê de li seranserê Iraqê beşdar bûne.

Dawiya peyamê
Etîket:

Heşda Şe‘bî
Rêberê şehîd ê Îranê
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha